Rewşa Awarte li ber deriyê Tirkiyeyê ye

Rewşa Awarte li ber deriyê Tirkiyeyê ye

Nerazîbûnên li hemberî pêşnûme qanûna "Pakêta ewlekariya navxweyî" ya erka polîsan zêde dike û fermana kuştinê dide, zêde dibin. Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Profesorê Destûra Bingehîn Îbrahîm Kaboglû, parlamenterê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu, parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû û karsaz Osman Kavala pakêt ji ANF'ê re nirxandin û hişyarî dan ku ev yek wê encamên gelekî xetere bi xwe re bîne. Kurkçu diyar kir ku AKP dixwaze bi awayekî vekirî bi mirinê gel terbiye bike, Tanrikûlû jî da xuyakirin, ku Destûra Bingehîn a beriya 11 salan, vê carê wê bi çarçoveyeke ku tevahiya Tirkiyeyê digire nava xwe, vegere.

Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan hişyarî da, ku eger Pakêta Ewlekariya Navxweyî bi vî rengî bibe qanûn, wê Tirkiye ber bi rejîmeke hîn bêhtir otorîter ve biçe. Turkdogan bibîr xist, ku ji rêveberiyên otorîter ên bi vê rêbazê re dewleta polîs tê gotin û destnîşan kir, ku ev pakêt wê li gelek qadan rê li ber zêdebûna binpêkirina mafên mirovan veke. Turkdogan got, "Hûn dikarin erkeke ewçend berfireh bidin polîsan. Hûn nikarin erka bikaranîna çekê bidin polîsan. Dewleteke ku neçar e di her şert û mercî de mafê jiyanê biparêze, eger di xwepêşandaneke ji rêzê de bi tenê ji ber bikaranîna molotofê erka kuştinê dide polîs, encamên vê yekê wê gelekî xetere û tirsnak be."

ARINÇ BI TENÊ LI FIKAR Û GUMANÊN ME GUHDARÎ KIR

Turkdogan da zanîn ku bi vê pakêtê re têkoşîna li dijî nelirêtiyê û lêpirsîna li sûcên wezîfedarên dewletê tên astengkirin û anî ziman, ku ji ber erka amîriya hêzên ewlekariyê ya edlî ji walî û qeymeqaman re tê dayîn, Dozgerên Komarê ancax dema astengiya walî û qeymeqaman derbas kirin hingî dikarin lêpirsîna nelirêtiyê bikin. Turkdogan ragihand ku di mijara sûcên hêzên ewlekariyê de jî heman prosudur wê derbasdar be û got, "Tirkiye ji xwe di vê mijarê de welatekî xwedî sabiqe ye. Li welatekî ku bêcezatî ewçend mezin e, li şûna kêmkirina erkên wezîfedarên dewletê zêdekirina erkên wan wê encamên gelekî tirsnak bi xwe re bîne." Turkdogan da zanîn ku wan fikar û gumanên xwe yên li ser Pakêta Ewlekariyê ya Navxweyî di 5'ê Kanûnê de bi Bulent Arinç re parve kirine, lê belê Arinç şîrove nekiriye û bi tenê guhdarî kiriye. Turkdogan da xuyakirin ku ew ê di rojên pêş de biçin Komîsyona Meclîsê û jê bixwazin ku dest ji vê pakêtê berde.

TIRSA JI DEMOKRASÎ Û AZADIYÊ!

Profesorê Destûra Bingehîn Îbrahîm Kaboglû jî ev guhertin bi gotina "Çawa ku benda ji sedî 10'an tirsa ji demokrasiyê ye, ev pakêt jî tirsa ji azadiyê ye" vegotin. Kaboglû diyar kir ku bi vî rengî du tirsên mezin ên desthilatdariyê derketine holê û destnîşan kir, ku tirsa yekemîn demokrasî, ya duyemîn jî azadî ye. Kaboglû pakêt gelekî neyînî û weke rewşeke nayê qebûlkirin nirxand û got, "Bifikirin; eger hûn bi maskeyeke gazê jî derkevin derve, cezayê vê wê 4 sal ragirtin be. Bêguman ev yek nayê qebûlkirin." Kaboglû da xuyakirin, ku guhertineke bi vî rengî tirsa ji demokrasiyê ye û ji bo pirsa 'ji niha û pê ve çi li benda gel e' ev bersiv da; "Em ê di nîvê destpêkê yê 2015'an de bibînin ku wê çi biqewime. Tevî ku rê li ber cihêbûnên mezin veke, dikare bibe sedema têkoşîna azadiyan. Hêvîdarim encamên her duyan jî erênî be."

AKP DIXWAZE BI MIRINÊ GEL TERBIYE BIKE!

Parlamenterê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu da xuyakirin, ku êdî hatiye dîtin AKP li gorî daxwaza gel nikare civakê bi rêve bibe û got, "Ji ber vê yekê li cihekî daxwaza gel lê tineye, çi tê bîra dewlet û hikûmetan, heman tişt hatiye bîra AKP'ê jî; ew jî rêvebirina civakê bi zorê ye." Kurkçu diyar kir ku AKP bi vî rengî hewl dide bi gefa herî giran zextê li tevahiya mûxalefetê bike û anî ziman, ku ev rewş ji bo hikûmetê jî wê nakokiyên mezin bi xwe re bîne. Kurkçu ev nakokî jî bi vî rengî rave kir: "Ya yekemîn; rewşa pêvajoya çareseriyê û ev şîdet wê li hev neyên. Lewma ev pakêt di heman demê de gefek li pêvajoya çareseriyê ye. Ji ber ku xwedîderketina gel a li çareseriyê yan jî yekane rêya qebûlnekirina gel a hin pêşniyarên hikûmetê, bi kolanan pêkane. Lê bi vê guhertinê re hikûmet pêşî li rêya lêgerîna maf a li kolanan digire, mîna 6-7'ê Cotmehê bi şîdetê gefê li gelê Kurd dixwe û bi awayekî vekirî dibêje 'ya tuyê li gorî min tevbigere, yan jî ez ê te bikukjin.' Encama AKP'ê ji vir derxistiye ew e ku divê gel ne li kolanan be, lê gel ji xwe vê qebûl nake. Ya duyemîn jî, karker, girseyên gundî, xwendekar ên li çar aliyên cîhanê, bi daxwaza bilêvkirina nerazîbûnên xwe yên li hemberî sîstema aborî û siyasî tijî ne. Ev rewş jî hikûmetê gelekî ditirsîne. Binêrin, we qet bala xwe danê gelo; dema li cihekî karesateke madenê rû dide, dewlet berî ambûlansê jendermeyan dişîne wê derê. Ji jendermeyên tên şandin re jî dibêjin, ewlekariya tivinga xwe vekin û bi wî rengî biçin. AKP bi awayekî vekirî dixwaze bi mirinê gefê li gel bixwe."

Kurkçu da zanîn ku yên Tirkiyeyê birêve dibin gel gelekî sivik dibînin, mîna mihî dibînin, lê belê di her hilweşandina hikûmetê de tê dîtin ku nabînin ka sebra gel kengî difûre. Kurkçu got, "Yekane rêya li ser piyan mayîna AKP'ê, vekirina rêyên demokrasiyê û parvekirina desthilatdariyê bû" anî ziman ku AKP sozên di sala 2002'an de destnîşan kiriye bicih neaniye û bûye dewlet bi xwe. Kurkçu got, "Partiyek bûbe dewlet jî, ji zilmê bêpar nîne. Çiqasî AKP bi dewletê re bibe yek, ewqasî jî wê ji aliyê gel ve bê lêpirsîn."

REWŞA AWARTE WÊ TEVAHIYA TIRKIYEYÊ BIGIRE NAVA XWE!

Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû bibîr xist ku Rewşa Awarte herî dawî di Mijdara 2002'na de hatiye rakirin û anî ziman ku 11 sal piştî rakirina wê, îro li Tirkiyeyê hem di pratîkê de hem jî bi qanûnên tên derxistin re rejîmeke nû ya Rewşa Awarte tê afirandin. Tanrikûlû da xuyakirin ku erka di dema Rewşa Awarte de ji waliyan re dihat dayîn niha ji hemû waliyên li Tirkiyeyê re tên dayîn û destnîşan kir, ku bingeha binpêkirina mafan a di dema Rewşa Awarte de li herêmekê hebû, niha li tevahiya welêt tê belavkirin. Tanrikûlû ragihand ku ev guhertin nîşan dide ku hikûmeta AKP'ê ji azadiyan çiqasî ditirse û pîvanên dewleta hiqûqê binpê dike. Tanrikûlû da xuyakirin ku ew ê vê guhertinê bibin ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn.