Rewşa 5 girtiyên nexweş giran e

Li Girtîgeha Tarsûsê rewşa tenduristiyê ya 5 girtiyên nexweş giran e.

Ji parêzerên Şaxê Mersînê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Selçûk Bînîcî li ser rewşa girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Tarsûsê agahî da.

Li gorî agahiyên ji aliyê parêzer ve hatin dayin, çend roj berê 13 girtiyên jin li dijî cezayên hucreyê yên kêfî 3 rojan ketin greva birçîbûnê û piştî 3 rojan çalakiya xwe qedandin. Parêzer diyar kir ku pirsgirêkên herî girîng ên girtiyan ew e ku kincên yek tîp, jimartina li ser piyan û berî li dîwêr tê ferzkirin. Parêzer ragihand hejmara girtiyên li qewîşan zêdeyî kontenjanê ye û li her qewîşekê herî kêm du zarok hene. 

Parêzer got, rewşa pênc ji girtiyên nexweş giran e û anî ziman ku bi taybetî Sîsê Bîngol bêyî alîkariya girtiyan nikare xwe bilivîne.

Hate ragihandin ku Komîsyona Lêkolînê ya Girtîgehan a Şaxê Mersînê ya ÎHD'ê wê di demeke kin de li ser binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan raporekê biweşîne.