Rêwîtiya Azadiyê di roja 4’emîn de didome

Meşa ku ciwanên Kurd û ên enternasyonalîst ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabûn destpêkirin di roja 4’emîn de didome.

Ji welatên wekî Elmanya, Swîsre, Fransa, Îngîltere, Îspanya, Îtalya û Bolîvyayê nêzî 40 ciwanên enternasyonalîst û 200 ciwanên Kurd ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi meşa bi navê ‘Rêwîtiya Azadiyê’ kiribûn. Meş di roja 4’emîn de didome.

Ciwan di roja 4’emîn de wê ji bajarê Neûssê yê Elmanyayê heta bajarê Dusseldorfê bi qasî 15 kîlometreyan bimeşin. Meş bi sloganên ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome.

Sibê roja dawîn a meşê ye. Di 8’ê Îlonê de wê ciwan bimeşin navenda bajarê Mulheîmê û wê çalakiya xwe li vir bi dawî bikin.