Rêveberiya girtîgehê nahêle malbat girtiyan bibînin

Malbatên xwestin li Girtîgeha Tîpa T a Wanê xizmên xwe bibînin, ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatin astengkirin.

Li girtîgehên Tirkiyeyê, ku timî bi zext û binpêkirina mafên mirovan di rojevê de ye, vê hefteyê jî hevdîtina malbatên girtiyan hate astengkirin. Malbatan xwestin, xizmên xwe yên ji bajarên Semsûr, Amed, Bedlîs û Çewlikê anîne Girtîgeha Tîpa T a Wanê bibînin, lê belê rêveberiya girtîgehê nehişt.

Mîna her hefteyê, malbatan vê hefteyê jî ji bo hevdîtina vekirî hat girtîgehê. Lê belê rêveberiya girtîgehê bi bahaneya "qewîş tê guhertin" destûr neda malbatan ku xizmên xwe bibînin. Malbatên ji rêya dûr hatin, nerazîbûn nîşanî vê yekê dan.