Rêveberiya girtîgehan tedawiya girtiyan asteng dike

Sena Efe ku ji bo  tecrîd biqede ketibû rojiya mirinê got, rêveberiya girtîgehan tedawiya girtiyan asteng dike.

Sena Efe, yek ji girtiya ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe ketibû rojiya mirinê bi malbata xwe re dema ku bi telefonê axivî behsa zehmetiyên grevkaran kir. Efe ya ku li Girtîgeha Patnosê dimîne, got bi banga Ocalan wan çalakiya xwe qedandine û domand, ''Piştî ku çalakiya me qediya rêveberiya girtîgehê hin pirsgirêk çêkirin. Li gel ku em nû ji rojiya mirinê derketibûn jî xwarinên hişk dane me.

Dema ku ez û hevalên min em pê aciz bûn me xwest ku me bibin serwîsa lezgîn a nexweşxanê. Li ser vê, midûrê pêşî nehişt ku me bibin û got, ''We çawa dest bi çalakiya xwe kiribe wiha biqedînin jî''. Li ser helwesta hevalan bêgav man ku me rakirin serwîsa lezgîn. Me ji doktor re got ku bi mehan em di greva birçîbûnê de ne. Xebatkarên tendiristiyê jî helwest nîşan dan, ji bo ku rêveberiya girtîgehê ew agahdar nekirine. Me jî gote rêveberiya girtîgehê û got hûn mecbûr in tedawiya me bikin.''

BERXWEDANA ME HÊ DIDOME

Efe diyar kir Burhan Şik, Faysal Atak û Şefîk Kayhan ku ji rojiya mirinê derketibûn rakirine nexweşxanê û domand, ''Me ji doktoran re rewşa vegot, gotin, ew ê serûmê bidin. Bi saetan em li odê hiştin. Fermandarê leşkerî yê girtîgehê jî nehişt ku em werin tedawîkirin, ji nexweşxanê em birin koxuşên xwe. Piştre rêveberiya girtîgehê got ew ê me tedawî bikin lê heta niha em nehatine tedawîkirin. Rêveberiya girtîgehê bi helwesteke dijminane ye. Dixwazin piştî grevê em seqet bimînin, nexweşî li me bimînin. Bi taybetî nêzîktêdayina Midûrê Pêşî Ahmet Ergun wiha ye.

Heke şandeyeke ji derve neyê vir, midûrê pêşî çav berdaye kuştina me. Saziyên mafê mirovan ên derve li ser vê mijarê divê rawestin da ku ziyan negihe hevalên me. Yên ku ji rojiya mirinê û greva birçîbûnê derketine bi xweşikî nikarin bixwin û vexwin. Rewşa me weke ya greva  birçîbûnê ye. Ji bo me berxwedan hê jî didome. Bi vîneke mezin em bi ser Rêbertiya xwe ve bin. Ji bo azadiya gelê me, ji bo hilweşandina faşîzmê çi ji me were xwestin em amade ne ku bikin. Tecrîd parçe bû lê neqediya. Rabûna tecrîdê ya bi temamî bi helwesta yên derve ye. Em malavayî li dayikên xwe yên çarikspî dikin ku destek dane me, em ji destê wan maç dikin. Hemû kesên ku bûne parçeyek ji vê berxwedanê em malavayiyê li wan dikin.''