Rêveberiya BDP'a Stenbolê diyar bû

Rêveberiya BDP'a Stenbolê diyar bû

Di 2'emîn Kongreya Awarte ya Rêxistina BDP'a Stenbolê de di encama hilbijartinê de rêveberiya nû ya BDP'a Stenbolê diyar bû. Di encama hilbijartinê de Arîfe Çinar û Emrullah Bîngul bûn hevserokên BDP'a Stenbolê.

2'emîn Kongreya Awarte ya Rêxistina BDP'a Stenbolê hat lidarxistin. Piştî axaftina Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş raporên maliye û xebatan hatin xwendin. Piştî xwendina raporan beşdaran mafê axaftinê girtin. Li ser navê malbatên Roboskê Seyhan Urek axivî û anî ziman ku li ser komkujiya Roboskê 578 roj derbas bûne lê hêj kujer nehatine aşkerakirin û şîna wan berdewam dike.

Piştî axaftinan bi yek lîsteyê tevlibûna 350 delegeyan hilbijartin pêk hat. Beriya ku hilbijartin destpê bike rayedarên Lijneya Hilbijartinê ya Bilind diyar kirin ku li salonê wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan heye û heta neyê rakirin bi awayekî fermî dest hilbijartinê nakin. Welatiyan bertek nîşan da rayedaran da û wêne nehat rakirin û hilbijartin destpêkir. Di encama hilbijartinê de Arîfe Çinar û Emrullah Bîngul bûn hevserokên BDP'a Stenbolê. Ji bo rêveberiya bajar 24 kes esasî û 24 kes wekî cîhgir hatin hilbijartin. Kongre bi konsera koma Agirê Jiyan û govendan bi dawî bû.