Rêveberiya Baroya Stenbolê ji peywirê hat girtin
Serokê Baroya Stenbolê Îbrahîm Kaboglû û endamên lijneya rêveber ji peywirê hatin girtin.
Serokê Baroya Stenbolê Îbrahîm Kaboglû û endamên lijneya rêveber ji peywirê hatin girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna ji ber daxuyaniya der barê rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji peywirê hatin girtin de hatibû destpêkirin, Serokê Baroya Stenbolê Îbrahîm Kaboglû û endamên lijneya rêveber ji peywirê hatin girtin. Ji bo avakirina rêveberiya nû doz hatibû vekirin. Danişîna duyemîn a dozê li Dadgeha Hiqûqê ya Asliye ya 2'yan a Stenbolê hat lidarxistin.
Dadgehê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" û "bi rêya çapemeniyê belavkirina agahiyên şaş" dawî li peywira Serokê Baroya Stenbolê îbrahîm Kaboglû û endamên lijneya rêveber anî.