Rêveberên HDP û DBP'ê yên Erdexanê hatin binçavkirin

Rêveber û Hevserokên HDP û DBP'ê yên bajarê Erdexanê hatin binçavkirin.

Polîsên Tirk danê vê sibehê li navenda Erdexanê, gundê Hoçûvan ê navendê û navçeya Golanê avêtin ser malan û Hevserokên HDP û DBP ên Bajêr jî di nav de 10 kes binçav kirin.

Kesên hatine binçavkirin ev in: Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Ozcan Yilmaz, Hevserokê DBP'ê yê Bajêr Mîkaîl Çît, Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Golanê Guney Kaya, Alîkarê Hevserokê Bajêr Cengîz Kanmaz, rêveberê berê yê bajêr Bahattîn Akturk, Coşkûn û Zekî Yenî, Akîf Kanmaz û Yasîn Yilmaz.

Her 10 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.