Reveberên BDP'ê mala sersaxiyêya HPG'î Dolu ziyaret kir
Reveberên BDP'ê mala sersaxiyêya HPG'î Dolu ziyaret kir
Reveberên BDP'ê mala sersaxiyêya HPG'î Dolu ziyaret kir
Rêxistina BDP'ê ya Amedê mala sersaxiyê ya endamê HPG'ê Faruk Dolu (Agit Amed) a li Gundê Goma Bekiran a navçeya Licyeya Amedê ziyaret kir.
Endam û rêveberên Rêxistina BDP'a Amedê bi karwaneke mezin hatin gundê Goma Bekiran û mala sersaxiyêya endamê HPG'ê Faruk Dolu (Agit Amed) ziyaret kir. Karwana ku di navde Parlamentera Qersê û endama Lijneya Koordinasyona KCD'ê Mulkiye Birtane, Şaredara Liceyê Fikriye Aytin, Şaredarê Karazê Remzi Çali, Şaredarê Haniyê Abdurrahman Zorlu, nûnerên MEYA-DER'ê ji di navde bi girseyî mala Sersaxiyê ya Dolu ziyaret kirin. Di ziyaretê de Parlamantera BDP'ê ya Qersê û endama Lijneya KCD'ê Mulkiye Birtane, diyar kir ku ew di şexsê Egît de hemû şehîdê Kurdistanê bi hurmet bîr tîne û 40 salin di têkoşîna azadiyê de gelek bedel hatine dayîn Bîrtane, anî ziman ku dewletê ji ber têkoşîn û serkeftinên kurdan neçar maye ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinan bike.
Bavê Dolu Ahmet Dolu jî anî ziman ku Agît ne tenê şehîdê wan, şehîdê hemû gelê Kurdistanê ye.
Piştî axaftinan mewlûd hat dayîn. Pişter Peyama Serokê KONGRA GEL Remzi Kartal û endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyir Aydar hat xwendin.