Rêveberê YNK'ê Adil Mûrad çû ser dilovaniya xwe

Endamê Komîteya Navendî ya YNK'ê Adil Mûrad ku li Elmanyayê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Endamê Komîteya Navendî ya YNK'ê Adil Mûrad ku li nexweşxaneyeke li Elmanyayê dihate dermankirin, danê vê sibehê jiyana xwe ji dest da.

Adil Mûrad sala 11'ê Kanûna 1949'an ji dayik bû. Siyasetmedarek e ku bi rengekî çalak di damezrandina YNK'ê de cih girt. Demeke dirêj pêşmergetî kir. Bi gelek wezîfeyên siyasî û dîploamtîk rabû. 

Adil Mûrad piştgiriyeke xurt dide karê 'Yekîtiya Neteweyî' ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK).

Mûrad sala 2003'an piştî ku DYA dest li Iraqê werda cihê xwe di nava Komîsyona Destûra Bingehîn a Iraqê de girt ku ev destûr sala 2005'an hate qebûlkirin.