Reuters: Li ser Tirkiyeyê re 400 ton çek bo muxalîfan hat şandin

Reuters: Li ser Tirkiyeyê re 400 ton çek bo muxalîfan hat şandin

Nîqaşên li ser li Şamê çekên kîmyewî ji aliyê kê ve hatiye bikaranîn didome û hate hînbûn ku di 24 saetên dawî de ji ser Tirkiyeyê ji bo muxalîfan 400 ton çek hatiye şandin.

Li gorî ajansa nûçeyan a Reuters , ji Tirkiyeyê ji bo muxalîfan sewqiyata çekan bi lez û bez didome. Nûnerekî muxalîfan ji Ajansê re axivî û diyar kir ku ji bo hêza xwe ya li dijî rejîmê zêde bikin, ji ser Tirkiyeyê 400 ton çek ji bo wan hatiye şandin.

Nûnerê muxalîf da zanîn çek ji welatên korfez hatiye fînansekirin û li ser bajarê Hatayê yê Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de sewqiyat bo wan hatiye kirin û got sewqiyata hatiye kirin di du salên dawî de sewqiyata herî mezin bû.

Muxalîfê bi navê Muhammed Salam ku bû şahidê sewqiyatê got: “Bi 24 romorqê ji Tirkiyeyê hat û li seranserê bakur li depoyên çekan yên aydê çend tugayan tê belavkirin.

Ji Konseya Bilind a Leşkerî a rêxistina sîwaneya muxalîfên çekdarî ya bi piştgiriya Rojava û Korfezê digire, serbazekî paye bilind sewqiyat piştrast kir. Serbazê ku navê wî nehat hînbûn, piştî êrîşa bi gazê şûnde sewqiya ji ser Tirkiyeyê zêde bûye.