Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal got, "Bi pêşketinên dîrokî re em ketin sala 2025'an. Dibe ku ji bo Kurdan pêşketinên girîng bi xwe re bîne" û bang li her kesî kir ku têkoşînê mezintir bikin.
Remzî Kartal, da xuyakirin ku êrîşên li hemberî Rojava pêvajoya ku di çarçoveya hevdîtina bi Rêber Apo re li Tirkiyeyê destpê kir hema bêje vala derxistiye û got, "Nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li hemberî Rojava îmtîhaneke tam e. Tirkiyeyeke ku pirsgirêka Kurd di nava xwe de çareser bike û bi Kurdên li Sûriye û Rojhilata Navîn re di nava aştiyê de be, wê mezin bibe. Bi aştiya Kurd û Tirkan re şaristaniyeke aştiyane û demokratîk dikare bê afirandin. Bi çareseriya pirsgirêka Kurd re ev yek dikare pêk were û hem di têkiliyên neteweyî hem jî ya navneteweyî de dikare pêşketineke mezin çêbike."
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal, pirsên ANF’ê bersivandin.
Hûn heyeta DEM Partiyê ya ku çû serdana Rêber Apo, bi partiyên siyasî re hevdîtin kir û peyamên hatin parvekirin, çawa dinirxînin?
Ji ber ku Rêber Apo di navenda vê pêvajoyê de ye, ji bo cidiyeta pêvajoyê xwedî cihekî diyarker e. Çareseriya pirsgirêka Kurd her çiqas ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP'ê ve neyê îfadekirin jî, ji aliyê gelek derdoran ve her ku diçe zêdetir tê îfadekirin. Qala pêvajoyeke nû tê kirin û ji ber ku Rêber Apo di navenda vê pêvajoyê de cih digire girînge û diyarker e. Peyamên Rêber Apo, ji partiyên siyasî, Serokê Meclîsê, partiyên desthilatdar û mûxalefetê re ragihandin girîng e. Dîsa di çarçoveya perspektîfa Rêber Apo de pir girîng e ku ev alî xwe tevlî pêvajoyê bikin û bi berpirsyarî rabin.
Gelê Kurd û dostên wan di vê pêvajoyê de bi hesab tevdigerin û pirsgirêka baweriyê heye, hûn vê rewşê çawa dinirxînin?
Li vir mijarek sereke heye. Di bingehê pirsgirêka Kurd de, dewlet her tim hebûna gelê Kurd înkar dike û li dijî daxwazên mafên gelê Kurd polîtîkayên îmhayê ferz dike. Ji ber polîtîkayên dewletê bêbaweriya gelê Kurd heye. Di vî alî de, bi taybetî jî ji bo ku weke berê nebe, pêdivî ye ku bawerî bide raya giştî. Divê di serî de bawerî bide gelê Kurd, tevahiya raya giştî ya Tirkiyeyê û helbet raya giştî ya navneteweyî. Divê nêzîkatî û uslûbek ku bawerî bide bê raberkirin. Şêwaza çareseriyê wê di pêşketina pêvajoyê de bi bandor be.
Mebesta we ji nêzîkatiya bawerî dayîn çi ye, divê çi gav bên avêtin?
Bêguman serokê partiyeke ku sîstema siyasî ya tekparêzî ya dewletê temsîl dike di vê pêvajoyê de mîsyonekê werbigire girîng û watedar e. Lê belê helwesta Erdogan a di vê mijarê de heta roja îro ne diyar e. Diyar e ku di pêvajoyê de uslûbek diyarker, bi bandor û berpirsyar nîne. Di peyama ku hatiye dayîn de dibêjin divê Rêber Apo "rêxistina xwe fesx bike, mafê hêviyê bê naskirin û were li meclîsê biaxive."Li hemberî rastiya pirsgirêka Kurd ev nêzîkatî bi temamî seranser e, ji ciddiyet û giraniya wê dûr e. Pirsgirêka Kurd pirsgirêka azadiya gelê Kurd e; Pirsgirêka heq, hiqûq û edaletê ye. Çareseriya vê pirsgirêkê, temînata qanûnî û destûra bingehînî ya maf û daxwazên hiqûqî yên gelê Kurd e. Nêzîkatî û perspektîfeke guncaw wê xizmetê ji çareseriya pirsgirêkê re bike.
Bi taybetî çapemeniya alîgirê desthilatdariyê li hemberî vê pêvajoyê xwedî zimanekî neyînî ye. Ji bo vê rewşê hûn dixwazin çi bêjin?
Bi taybetî jî uslûbê çapemeniya girêdayî bloka desthilatdar pir neyînî ye. Uslûbeke wan heye ku hema bêje pêvajoyê jehrî dike. Gotinên biçûk xistin, heqaret û terorîzekirinê tê bikaranîn. Pêwendiya vê rewşê bi nêzîkatiya desthilatdariya AKP'ê re heye. Sedema uslûbê çapemeniyê bi nêzîkatiya bloka desthilatdar ve girêdayî ye. Ev helwest bawerî nade û li hemberî pêvajoyê rewşeke neyînî derdixîne holê. Di çareseriya pirsgirêka Kurd de eger helwestek bawerî bide û şêwaz, uslûbek rast bê pêşxistin wê pêvajo hê bi bandortir bibe. Çareseriya pirsgirêkê, di serdemeke ku Şerê Cîhanê yê 3’yemîn pêş dikeve de dikare ji bo gelên Tirkiyeyê û siberoja wan pêşketineke mezin ava bike. Ji bo ku ev perspektîf bi jiyanî bibe divê Tirkiye bawerî û hêvî bide raya giştî. Ev yek jî wê di pêşketina pêvajoyê de gelekî bi bandor be.
Di rewşa heyî de rewşeke şênber nîne, lê di aliyê peyamên hatine wergirtin de divê dewlet gaveke çawa bavêje?
Beriya her tiştî nêzîkatiya li Rêber Apo yekser bi cidiyeta çareseriya pirsgirêka Kurd re girêdayî ye. Li aliyekî, Li Îmraliyê tecrîd dewam dike. Hevdîtina Rêber Apo ya bi gel, raya giştî û tevgerê re ji bo ku vê pêvajoyê bi bandor bi rêve bibe, tê sînordarkirin. Eger derfetên vê yekê neyên avakirin, wê demê bi fikar e. Ji ber vê yekê divê tavilê tecrîd bê rakirin û şert û mercên hevdîtinê bên avakirin. Ev gelekî girîng e. Faktora diyarker a vê pêvajoyê Serokkomar Erdogan e. Di pêvajoya hiqûqî û destûra bingehîn de jî di pozîsyoneke diyarker de ye.
Nêzîkatiyeke ku wê beşdariya gelek derdoran li pêvajoyê misoger bike, bi pêşxistina xebatên di asta meclîsê de, di çarçoveya qanûnî û destûra bingehîn de, avakirina komîsyoneke ji bo vê armancê û amadekirina nexşeya rê, tê xwestin. Pêvajoyek çiqas hêz tevlî bibin, dê ewqas bawerî çêke. Akademîsyen, rewşenbîr û saziyên medyayê tevlî vê pêvajoyê bibin, wê gelekî bi bandortir be. Pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêka Kurdan e, di heman demê de pirsgirêka Tirkiyeyê ye. Pirsgirêkeke ku destê Tirkiyeyê girê dide ye. Polîtîkayên înkar û tinekirinê yên li dijî gelê Kurd, di heman demê de xirabiya li gelê Tirkiyeyê ye jî.
Eniyê mûxalîf ê ku li hemberî pêvajoyê xwedî nêzîkatiyeke erênî ye, dikare çi bike?
Me diyar kir ku divê rewşenbîr û civaka sivîl tevlî pêvajoyê bibin, lê gava yekemîn wê li Meclîsê dest pê bike. Pêwîste partiyên siyasî mijarê bixin rojeva Meclîsê û xebatên pêwîst ên li ser pêvajoya qanûnî û destûra bingehîn bidin destpêkirin. Di pêvajoya berê de li Meclîsê pêngav hatin avêtin lê pêş neket. Heyetên ku wê demê çûbûn Îmraliyê, hatin darizandin. Ji bo ku tiştên dişibin hev pêk neyên û bawerî bê dayîn, divê gava ewil li meclîsê bê avêtin û partiyên siyasî bi erka xwe rabin. Rêber Apo di vê mijarê de peyamek da û got: Ez bang li mûxalefeta sereke û hemû partiyan dikim: Çareseriya pirsgirêka Kurd tê wateya derxistina projeya Tirkiyeya demokratîk.
Yanî, çareseriya pirsgirêka Kurdan tê wê wateyê ku pêşiya lêgerîna demokrasî, edalet, maf û wekheviyê ya hemû pêkhateyên civakî yên li Tirkiyeyê veke ku li hemû qadên jiyanê hatine astengkirin. Li ser vê esasê "Tirkiyeyeke demokratîk a çawa? Makezagoneke çawa? Wekheviyeke çawa? Hişmendiyeke çawa ya lêgerîna maf ê edaletê? Kîjan hişmendiya demokratîk a civakî tê esas girtin? Dê bi Projeya Neteweya Demokratîk a Rêber Apo bersiveke çawa ji bo pirsgirêkên li ser esasê yekdestî, ol û neteweperestiyê yên li Rojhilata Navîn ku ji ber Şerê Sêyemîn ê Cîhanê wêran bûye bê dayîn? Divê ji çareseriya pirsgirêka Kurdan bi rê bikevin û pêşengiya vî karî bikin.
CHP'ya ku di hilbijartinên dawî de bû partiya yekemîn, ji bo muxalfetê partiyeke girîng e. Divê DEM Partî û hemû partiyên din ên muxalîf bizanin ku pirsgirêk ne tenê pirsgirêka desthilatê ye. Divê di vî warî de berpirsiyariyekê bigirin ser milên xwe û bi proje û pêşniyarên xwe girseyekê ava bikin. Piştî demekê divê em pêvajoyekê bidin destpêkirin ku dê Tirkiyeya demokratîk û pergala makezagonî ava bike, plansaziya xwe bike û bixebite. Loma berpirsiyarî dikeve ser milê hemû partiyên muxalif. Divê ev pêvajoyê ne tenê di kontrola AKP-MHP'ê de be, divê hemê civakên Tirkiyeyê îradeya xwe nîşan bidin, di vê mijarê de ji bo hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê bibe xwedî perspektîfe çareseriyê û divê armanca wê ya sereke pergala hiqûqî û makezagonî ya Tirkiyeya demokratîk be.
Li aliyekî nîqaşên pêvajoyê tên kirin, li aliyê din jî êrîş û şer weke her carê berdewam dike. Ma şer û çareserî bi hev re dimeşin?
Li vê derê dewlet dîsa hişmendiya xwe ya klasîk nîşan dide. Ev hişmendiye vê yekê hesab dike: "Gelo em çiqas zextê li PKK'ê bikin ku ew kêmtir tiştan daxwaz bike û em ê PKK'ê tengas bikin?" Ev nêzîkatî jî hişmendî jî xelet e. Tiştên ku Rêber Apo li ser çareseriya pirsgirêka Kurd got ne nû ne. Di tevahiya têkoşînê de, gotinên Rêber Apo, peyamên wî yên ji bo Tirkiyeyê û peyamên ku wî di hemû agirbestan de dayî wekhev in. Bi taybet di 5 pirtûkên xwe yên dawî de ku di bin şert û mercên Îmraliyê de nivîsîne, heman çarçoveya bi awayekî xurt pêş xist û bi perpektîfa netewa demokratîk di serî de pirsgirêka Kurd, çareserî pêşkêşî hemû civakên netewî kiriye.
Di vî warî de pirsgirêk ne Rêber Apo û ne jî PKK ye. Pirsgirêk nêzîkatiya yekdest a dewletê ye. Di vê pêvajoyê de hîn jî nêzîkatiya "ez ê tevgerê teng bikim û bi ya kêm qanih bikim" bêfayde ye. Vê polîtîkaya ku 40 sal in tê ceribandin, tu encam neda. Vaye di encamê de tifaqa desthilatdar hat wê rewşê ku, da ku ji bo çareseriya pirsgirêkê pêvajoyekê bide destpêkirin çû li ba Rêber Apo, ji ber ku polîtîkayên ku 40 sal in dimeşandin tu encam nedane. Bi taybet ji êrîşên di 10 salên dawî de tu encam negirtin. Her wiha ji ber geşbûna Şerê Cîhanê yê Sêyemîn yê li Rojhilata Navîn metirsî mezin bûn û ji ber vê jî bi lez û bez pêvajoyek dan destpêkirin. Divê dev ji êrîşên ku zirarê didin pêbaweriyê û sûdê nadin wan berdin. Berovajî wê, divê bi perspektîfeke ku armanca wê li derdoreke ewle, piralî û ji bo hemû pêkhateyên Tirkiyeyê vekirî çareserkirina vê pirsgirêkê ye nêzîkî vê pêvajoyê bibin.
Çima li navenda van êrîşan Rojava heye?
Em careke din bang li rêveberiya AKP-MHP'ê dikin: Êrîşên li dijî Rojavayê pêvajoya ku li Tirkiyeyê tê meşandin vala derdixe. Divê di nav çarçoveyeke aştiyane de nêzî pêvajoyê bibin. Nêzîkatiya li Rojava ji bo dewleta Tirk ezmûneke girîng e. Tirkiyeya ku pirsgirêka Kurd di nava xwe de çareser kirî û bi Kurdan re li Sûriye û Rojhilata Navîn di nava aştiyê de dijî, dê mezin bibe. Dikare bi aştiya Kurd û Tirkan şaristaniyeke aşitiyane û demokratîk bê avakirin. Ev yek bi çareseriya pirsgirêka Kurd dikare pêk were û hem di têkiliyên neteweyî û hem jî yên navneteweyî de dikare pêşketineke mezin were bidestxistin.
Hûn behsa tifaqa Kurd û Tirkan dikin?
Heger Tirk û Kurd pirsgirêkên xwe di nav xwe de li ser bingeheke demokratîk û aştiyane çareser bikin, dikarin vê pêşketina mezin pêk bînin. Helbet hin hêzên herêmî û navneteweyî jî hene ku vê naxwazin; lê belê mezintirîn astenga li pêşiya vê yekê nêzîkatiya yekdest û faşîst a li Tirkiyeyê ye. Heger hêza rakirina van astengan nîşan bidin, dê encamên baştir bi dest bixin. Loma divê dev ji êrîşên li dijî Rojava û gerîla berdin. Li Tirkiyeyê zextên li ser partiyên siyasî, gel, rojnamevan û şaredariyan bi temamî zerarê didin pêvajoyê. Loma divê em zû ji vir derkevin û bi nêzîkatiyeke berfireh, ji hundir û ji derve li ser esasê demokrasî û aştiyê ava bûye nêzî pirsgirêka Kurd bibin.
Pêngava "Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk" didome. Divê nêzîkatiya li hember vê pêngavê çawa be, divê ji niha û pê ve xeta têkoşînê çawa bê ristin?
Bêguman, ev pir girîng e. Heger îro dewlet û desthilatdarî bi mecbûrî pêngaveke wiha avêtine, ev yek di encama têkoşîneke mezin de pêk hatiye. Ev encama têkoşîneke mezin a hundirîn û derveyî ye. Berî her tiştî pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke hişmendiyê ye; pirsgirêka hişmendiya demokratîk e. Divê hemû xebatên ku heta niha ji bo çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û qada navneteweyî hatine kirin, bên xurtkirin. Di navenda van hewldanan de pêngava "Ji Rêber Apo re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk" heye. Ev xebat tam li gor vê pêvajoyê ye.
Ji ber ku çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya Rêber Apo bi hev ve girêdayî ne. Heger dewletê bi xwe ev pêvajoya ku bi Rêber Apo re dê bikeve têkiliyê dabe destpêkirin, pêwîst e hêzeke zêdetir bide vê pêvajoyê. Divê her kes bi hemû dînamîkên xwe hêzê bide vê pêvajoyê. Serketina vê pêvajoyê ji pêngava "Ji Rêber Apo re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk" derbas dibe. Divê ev pêngav baştir were pêş xistin. Di vî warî de divê her kes ji xwe bipirse "Ez ê çi bikim?". Sala 2025'an di çareseriya pirsgirêka Kurdan de ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn girîng e. Sala 2025'an li ser navê têkoşîna me bingeheke pir girîng bi xwe re tîne. Wê bibe saleke girîng a têkoşînê.