Rejîma Sûriyeyê: Emê xwe biparêzin
Rejîma Sûriyeyê: Emê xwe biparêzin
Rejîma Sûriyeyê: Emê xwe biparêzin
Wezîrê Karê Derve yê Sûriyeyê Welîd Muallîm diyar kir ku li dijî êrîşên heyî yên Hêzên Rojavayî dê bi derfetên xwe, xwe biparêzin.
Muallîmî li Şamê civînek çapemeniyê lidarxist û got: “Du riyên me hene: Teslîmbûn û bi derfetên xwe, xweparastin. Alternatîfa duyemîn ya herî baş e: Emê xwe biparêzin.
Muallîmî da zanîn ku êrîşê Sûriyeyê kirin wisa ne hêsane û got derfetên wan yên parastinê ku matmayî dihêle hene.
Muallîm wiha pê de çû: “Yên kud dixwazin êrîşê Sûriyeyê bikin, di destê wan de tu tespîteke ku çekên kîmyewî hatiye bikaranîn nîne. Em li dora xwe dengê şer dibihîzin. Ger dixwazin li hemberî Sûriyeyê şerekî bimeşînin, hinceta wekê ku Sûriyeyê çekên kîmyewî bikaraniye ne raste. Bila der barê bikaranîna çekên kîmyewî de daneyên xwe danîn holê.
Êrîşeke wisa dê bandorê li ser operasyonên me yên du sale tê meşandin neke û ger dibêjin dê ev artêş têk biçe, rast nafikirin.
Muallîm da zanîn ku muxaleyeke navnetewî dê tenê ji Israîl û El Qaîdeyê re xizmetê bike.