Rejîma Îranê zextên xwe li ser girtiyên siyasî zêde dike

Rejîma Îranê zextên xwe li ser girtiyên siyasî zêde dike

Girtiyên siyasî yên ku di benda 350 ya zindana Ewîn a paytexa Îran Tehranê de dimînin, bi dayina daxuyaniyekê zêxtên rejîmê şermezar kirin

Di nûçeyeke ku di malpera Keleme de belav bûye, 41 girtiyên siyasî yên ku li benda 350î dimînin, bi dayina daxuyaniyeke hevbeş zext û kirinên neyasayî yên rejîma Îranê şermezar kirin.

Daxuyanî li ser navê girtiyan, ji aliyê 2 girtiyên bi navên, Mistefa Nîlî û Mihemed Seyfzade ve hatiye belavkirin ku di zindana Recaî Kerecê dimînin.

Zindaniyan di destpêka daxuyaniya xwe de, destêwerdana birêvebirên rejîmê şermezar kirin û gotin ku ev cure destêwerdana rê li pêşiya nerazîbûna girtiyan vedike.

Girtî di daxuyaniya xwe de bang li dozger û dadgeran dikin ku li dijî van binpêkirinan prosesa dadî bidin destpêkirin.