Rejîma Îranê girtiyekî din yê siyasî bi dar vekir
Rejîma Îranê girtiyekî din yê siyasî bi dar vekir
Rejîma Îranê girtiyekî din yê siyasî bi dar vekir
Rejîma Îranê girtiyekî din yê siyasiyê Kurd li bajarê Selmasê bi darve kirin.
Li gorî agahiyên ji herêmê bi dest ketine rejîma Îranê girtiyê siyasiyê Kurd Reza Îsmaîl ji ber hinceta ku alîkariyê di de Partiya Jiyana Azadiya Kurdistanê (PJAK) li bajarê Selmasê yê Rojhilatê Kurdistanê hatiye bi dar ve kirin.
Hat ragihandin ku li Reza Îsmaîlî xelkî gundê Dirêk yê girêdayî bajarê Selmasa parêzgeha Ûrmiyê ye û piştî bi darve kirinê cenazeyê binax kirine. Lê belê malbata Reza li gel hêjmarek xizmên xwe cenazeyê wî li nav axê derxistîne.
Her wiha li seranserî bajarê Selmas û gundên derdorê hikûmetê qedexeya giştî îlan kiriye û xelkê bajêr ji li dijî vê yekê û zilm û zordariya rezîma Îranê dest bi çalakiyên ne razî bûnê kirîne.
Hêja gotineyê Reza Îsmaîlî di sala 2008’an de ji ber sedema alîkarî bi PJAK’ê re kiriye hatîbû girtin.