Rejîma Îranê 7 kesên din bi darvekirin

Rejîma Îranê 7 kesên din bi darvekirin

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ragihadin ku duh li girtîgeha Recayê ya bajarê Kerecê 7 kes ji aliyê rejîma Îranê ve hatine bi darvekirin.

Li gorî nûçeyek di malpera iranhr.net a Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê, ji 10 girtiyên li hucreyên yek kesî hatine bicihkirin 7 ji wan li girtîgeha Recayê ya bajarê Kerecê hatine bi darvekirin.

Darvekirina 7 kesên mijara gotinê, heta niha ji aliyê rayedarên rejîma Îranê ve nehatiye piştrastkirin.

Bi van darvekirinên dawî re li Îranê di nava mehekê de 17 jê Kurd tê gotin bi giştî  86 kes hatine darvekirin.

Li gorî rapora salane ya Mafên Mirovan di sala derbasbûyî de 580 kes ji aliyê Komara Îslamiya Îranê ve hatine bidar vekirin.