Rejîma Îranê 5 jê jin 11 kes darve kirin
Rejîma Îranê 5 jê jin 11 kes darve kirin
Rejîma Îranê 5 jê jin 11 kes darve kirin
Duh Rejîma Komara Îslamî ya Îranê 5 jin jî di nav de 11 kes bi hinceta bazirganiya madeyên hişber kirine li Girtîgeha Zahîdanê bi dar ve kirin.
Li gorî rapora Komeleya Çalakiyên Mafê Mirovan li Îranê, ew 11 kesên ku di 4’ê tirmehê de sewqî Girtîgeha Navendiya bajarê Zahîdan hatin kirin, di 6’ê Tîrmehê de ji aliyê Rejîma Îranê ve hatine bi darvekirin. Di nav de 5 jê jin in.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bi destxistin, roja ku girtî birine Girtîgeha Navendiya bajarê Zahîdanê hemû xetên telefonên girtîgehê hatine qutkirin û ta niha ji qet çapemeniya fermî ya Îranê darvekirina 11 kesan bilav nekiriye.
Hêja yî gotinê ye ku, Rejîma Komara Îslamî ya Îranê di çarçoveya berdewam kirina cezayê darvekirinê de di nava 6 rojên derbazbûyî de, ango ji roja 2’ê Tîrmehê heya 6’ê Tîrmehê li gel van 11 kesên li Girtîgeha Zahîdanê jimara kesên di demên cûda hatine bidarvekirn gihişte 56 kesan.