‌​Rejîma Îranê 10 kesên din jî bi dar ve kir!

Li Îranê di nav wan de ku jinek jî 10 kesên din jî hatin darvekirin.

Li gor nûçeya ajansa Nûçeyan a Rojnews a xwe dispêre daxuyaniya çalakvanên mafê mirovan li Îranê, roja Duşemê girtiya bi navê Fatime Hedadî (39) dayika keça 8 salî li zindana Goherdeş a bajarê Kerecê hatiya bidarvekirin. Cenazeyê Hedadî niha di morga Kerecê de tê ragirtin û wê radestî malbata wê bê kirin.

Her wiha li gor heman agahiyan 9 mêr jî li zîndana Kerec a ser bi Tehranê duh serê sibê hatin bidarvekirin.

Jinek din jî bi navê Ekrem Mehdewî ku 12 sal e di girtîgehê de ye, cezayê darvekirinê jêre hatiye dayîn û hefteya pêşiya me wê bê darvekirin.

Çend roj beriya niha 9’ê Tebaxê girtiyê siyasî yê Kurd Sîrwan Nejawî li zindana Tebrîzê hate bidarvekirin. Çalakvanên mafê mirovan darvekirinên bi komî di zindanên Îranê de wek cinayeta li dijî mirovahiyê mehkûm kirin û daxwaz ji rêxistinên navneteweyî dike ku dosyaya cinayetên Îranê biçe dadgehên navneteweyî.