Rejîma Erdogan du Elmanên din dîl girt
Hewldanên hikumeta Elman ên ji bo berdana welatiyên Elman ên li Tirkiyeyê girtî ne, dewam dikin. Lê rejîma Erdogan du Elmanên din jî dîl girt.
Hewldanên hikumeta Elman ên ji bo berdana welatiyên Elman ên li Tirkiyeyê girtî ne, dewam dikin. Lê rejîma Erdogan du Elmanên din jî dîl girt.
Berdevkekî Wezareta Karên Derve ya Elman ragihand, du welatiyên Elman roja Pêncşemê li Tirkiyeyê, ji ber sedemên siyasî hatine binçavkirin. Tê gotin, haya Konsolosxaneya Elman a li Îzmîrê, bi rêya çavkaniyên ne fermî ji binçavkirinê çêbûye.
Berdevk ragihand, hikumeta Elman a federal ji malbatên kesên hatine binçavkirin bûyer piştrast kiriye. Wezareta Karên Derve ya Elman diyar kir, ji bo her du welatiyên Elman ên hatine binçavkirin sûdê ji mafên xwe yên hiqûqa navneteweyî bigirin, wan dest bi hewldanan kirine.
Li gorî çavkaniyên Wezareta Karên Derve, her du Elman li balafirgeha Antalyayê hatine binçavkirin.
Bi binçavkirina van her du kesan re hejmara welatiyên Elman ên niha li girtîgehên Tirkiyeyê ne bû 56. 12 ji van girtî ne, yanî kesên ku rejîma Erdogan li dijî Elmanyayê dîl girtiye. Ji 15'ê Tîrmehê dema hewldana darbeyê û vir ve zêdeyî 20 welatiyên Elman hatin binçavkirin. Beşek ji van bi şertê kontrola edlî hatin berdan.