Rejîma Enqerê qedexeya li Colemêrgê dirêj kir
Rejîma AKP’ê qedexeya 30 herêmên li Colemêrgê yên bi hinceta ‘Herêmên Ewlehiya Taybet’ îlan kirî, 15 roj din jî dirêj kir.
Rejîma AKP’ê qedexeya 30 herêmên li Colemêrgê yên bi hinceta ‘Herêmên Ewlehiya Taybet’ îlan kirî, 15 roj din jî dirêj kir.
Li Colemêrgê û navçeyên wê 30 herêm heta 15 rojan bi hinceta "ewlehiyê" careke din wekî "herêma ewlehiya taybet" hatin îlankirin.
Walîtiyê di daxuyandiya xwe de diyar kir ku girêdayî navenda Colemêrgê û navçeyên wê Şemzînan, Çelê û Geverê 30 herêm ji 20'ê Mijdarê heta 4'ê Kanûna 2018'an hatine qedexekirin.