Rejîma AKP'ê nehişt 162 Elman biçin Tirkiyeyê!

Eşkere bû ku dewleta Tirk ji destpêka sala 2017'an heta Tebaxa bihurî, nehiştiye ku 162 Elman biçin Tirkiyeyê.

Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê bersiv a pêşniyarpirsa partiya rastgiriya radîkal a 'Alternatîf ji bo Elmanyayê' (AfD) ku di derbarê qedexeya ketina welatiyên Elmanyayê a Tirkiyê, pêşkêş kiribû. Wezaretê da zanîn ku Tirkiyeyê ji destpêka sala 2017’an heta meha Tebaxa 2018’an li 162 welatiyên Elman qedexe kiriye ku biçin Tirkiyeyê.

Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê agahî neda bê çima qedexe li ser wan hatiye danîn. Parlementerê AfD'ê ku pêşniyarpirs dayî Anton Friesen got: "Qedexeya ku Tirkiyeyê li ser welatiyê me daniye, nayê pejirand."

Parlamenter Friesen, ji hikumeta Merkel xwest zextê li Tirkiyeyê bike ku welatiyên Elman bi hêsanî biçin li Tirkiyeyê û bên. Li gorî daneyên Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê niha 50 welatiyên Elman li girtîgehên Tirkiyeyê ne. Ji van 7 jê siyasî ne yên din jî ji ber sûcên edlî hatine girtin.