Rejîma AKP'ê, malên televîzyonên ku desteser kiriye difiroşe
Hikumeta AKP'ê, mal û milkên ÎMC TV û TV10, ku desteser kiriye, difiroşe. Tevî ku doza li ser girtina van qenalên televîzyonê nediya ye, mal û milkên wan tên firotin.
Hikumeta AKP'ê, mal û milkên ÎMC TV û TV10, ku desteser kiriye, difiroşe. Tevî ku doza li ser girtina van qenalên televîzyonê nediya ye, mal û milkên wan tên firotin.
Fona Sîgorta ya Mewdûata Teserûfê (TMSF), lîsans, mal û milkên TV10 ku bi biryarnameyê hate girtin û organên weşan-çapemeniyê yên bi lîsteya komîsyoneke Wezareta Ragihandinê weşanên wan hatin sekinandin, difiroşe. Tê gotin, wê di navbera 5'ê Îlonê û 10'ê Cotmehê de bi rêya îhaleyê werin firotin. Rêveberên qenalên televîzyonê yên hatine girtin nerazîbûn nîşanî vê yekê dan. Koordînatorê Giştî yê ÎMC TV Eyup Bûrç û Serokê Desteya Rêveber a TV10 Velî Buyukşahîn, ev yek weke rewşeke nehiqûqî û talanê bi nav kirin.
PÊŞKÊŞÎ ALÎGIRÊ XWE DIKE
Serokê Desteya Rêveberiyê ya TV10 Velî Buyukşahîn diyar kir, ku kirîna qenaleke televîzyonê bi mîlyonan e û anî ziman, di berdêla buhayekî komîk TV10 tê firotin û pêşkêşî alîgirên AKP'ê tê kirin. Buyukşahîn got, "Berdêla lîsansê bi xwe, hejmareke gelekî cidî ye. Tenê 250 hezar lîre depozîtoya me li gel Turksatê ye. Lê belê buhayê ji bo mal û milkên me, ji bo lîsans û vê depozîtoya me, tenê 254 hezar lîre ye. Saziya ku civaka Elewî bi pariyên xwe, bi keda xwe afirandiye, pêşkêşî alîgiran tê kirin."
Buyukşahîn destnîşan kir, ku di binê vê biryarê de du tişt hene:
* Saziyên medyayê yên deng û guhê civakê ne, pirsgirêkan û pêwîstiyên civakê dixin rojeva raya giştî, digirin.
* Ji bo alîgirên xwe cih vedikin. Van saziyên ku bi kedeke mezin hatine afirandin pêşkêşî alîgirê xwe dikin û medya xwe diafirînin.
Velî Buyukşahîn got, "Em di nava rejîmeke welê de dijîn, ku ji bilî xwe, hemû cihêrengiyan; Elewî, Kurd, kedkar, jin, xizanan bi temamî red dike."
REWŞA SOSRET
Koordînatorê Giştî Yê ÎMC TV Eyup Bûrç bi bîr xist, ku mal û milkên tê îdîakirin ku yên ÎMC ye û ji bo firotinê pêşkêşî îhaleyê hatine kirin, malên JAN Produksiyon e ku wan pê re li hev kiribûn. Bûrç destnîşan kir, ku biryara firotinê biryarke 'sosret' û 'xesp'ê ye. Bûrç got, "Ev yek rewşeke sosret e, helwesteke kêfî ye. Binpêkirina pîvan û proseduran e. Ji bo dewletê şermeke mezin e. Rewşeke sosret e di nava sosretiyê de. Ekîpmanên Reutersê jî xistiye lîsteya firotinê. Di lîsteya TMSF'ê de ekîpmanên ku li ser dinivîsîne yên Reutersê ne, hene ku difiroşe. Wekî din, ev mal ên ÎMC'ê jî bin, nabe ku ji bo firotinê pêşkêşî îhaleyê were kirin. Ji ber ku doza têkildarî ÎMC'ê hê dewam dike. Desteserkirin û firotina van malan, li hiqûq û prosedurê nayê."
DMME MEXDÛRIYET ZÊDE KIR
Bûrç Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) weke yek ji berpirsyarên zêdebûna mexdûriyetên demên dawî nîşan da û destnîşan kir, ku redkirina serlêdanan bi bahaneya Komîsyona Rewşa Awarte, ne ya qebûlkirinê ye. Bûrç wiha dewam kir: "Reda DMME bû sedem ku mexdûriyetên li Tirkiyeyê zêde bibin. Li Tirkiyeyê rêyên hiqûqa navxweyî vekirî jî bin, bi kêr nayên. Ji ber ku li Tirkiyeyê pirsgirêka hiqûqê heye, ku li gorî qanûnên xwe jî tevnagerin. DMME ji bo pêşî li mezinbûna mexdûriyetan bigire dikarîbû li van dozan bineriya. Em baş pê zanin, di hin pêkanînên salên 90'î yên li Kurdistanê de, bêyî ku rêyên hiqûqî yên navxweyî biqedin, li hin dozan dinerî. Pêvajoya salên 90'î îro jî derbas dibe."
BI MEJIYÊ NEGÎZÎSYONÊ TEVDIGERIN
Bûrç diyar kir, ji azadiya çapemenî û îfadeyê wêdetir, azadiya fikir jî di rewşeke xetere de ye û got, "Pêvajoyeke ku zerarê dide fikir, pêvajoyeke engîzîsyonê ye. Hemû saziyên dewletê, hemû saziyên qaşo bi pêkanîna edalet û hiqûqê berpirsyar in, bi mejiyê engîzîsyonê tevdigerin. Mejiyê hiqûqa serdema navîn serdest e."