Rejîma Îranê girtiyekî din kuşt

Rejîma Îranê çalakgerekî din ê di xwepêşandanên protestoyî de girtibû, bi êşkenceyê kuştin. Hejmara çalakgerên li girtîgehê hatin kuştin bû 9 kes.

Li gorî Nûçeya Komîteya Azadî ji Girtiyên Siyasî re, çalakgerê bi navê Mihemed Nesîrî yê li Zindana Zencanê, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye kuştin.

Rêveberiya Zindana Zencanê li malbata Nesîrî geriya û ji wan re got, "Mihemed Nesîrî xwe kuşt." Der barê çalakgerên din de jî ku li girtîgehê hatin kuştin, rêveberên zindanan daxuyaniyên bi heman rengî dabûn.

Çend roj berê li Zindana Evîn a Tehranê tevî Sîna Qenberî (23), 2 çalakgerên din hatibûn kuştin. Li Zindana Erakê Mihmed Haydarî (22) û li Zindana Dezfûl a li Ehwazê Mohsen Edelî (26), li Zindana Sinê Saro Qehremanî, Kiyanûş Zendî (24) û li Zindana Çalûsê jî Alî Pûladî (26) bi sedema tevlî çalakiyan bûn hatibûn kuştin.

Hejmara mirovên ji ber tevlî çalakiyan bûn di binê çavan de bi êşkenceyê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin kuştin bû 9 kes.