Rejîma Îranê 2 çalakgerên din li girtîgehê kuşt!

Hat ragihandin, 2 çalakgerên din ên li Îranê di dema çalakiyan de hatin binçavkirin li girtîgehê hatine kuştin.

Parêzer û aktîvîst Nesrîn Stûde ji Radyoya Azadî ya ku li Ewropayê bi Farsî weşanê dike re axivî û anî zima ku li gorî agahiyên ji malbatan wergirtî, 2 çalakgerên li Girtîgeha Evînê ya Tehranê bûn ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine kuştin.

Berê jî çalakgerên bi navê Sîma Qenberî, Musin Adil û Wehîd Heyderî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve li girtîgehê hatibûn kuştin. Hejmara çalakgerên li Girtîgeha Evînê hatin kuştin gihîşt 3 kesan. 2 çalakger jî li girtîgehên Dizfulî û Erakê yên li eyaleta Ehwazê hatin kuştin.

Wekî din, ji ber êrîşa hêzên rejîmê di çalakiyan de herî kêm 21 kes mirin, bi sedan kes birîndar bûn û bi hezaran kes hatin binçavkirin.