RedHackê malpera Qeymeqamtiya Lîceyê hack kir

RedHackê malpera Qeymeqamtiya Lîceyê hack kir

RedHackê bi armanca protestokirina li Lîceyê di encama gulebarankirina leşkaran de kesekê jiyana xwe ji dest da û 8 kes birîndar bûn, malpera Qeymeqamtiya Lîceyê hack kir.

RedHackê, êrîşa leşkeran a li dijî gelê ku çêkirina qereqola Kayacik a girêdayî navçeya Lîceya Amedê xwest protesto bikin û di encama gulebarana leşkeran de kesekê jiyana xwe ji dest da û 3 jê giran 8 kes birîndar bûn, malpera înternetê a fermî ya Qeymeqamtiya Lîceyê hack kir. RedHackê malpera aydê qeymeqamtiyê a “lice.gov.tr” hack kir. Piştî bûyerên li Lîceyê, Qeymeqamtiya Lîceyê daxuyanî da û îdiakiribû ku çalakvana bixwe li hev daye.