RedHackê ji bo Sarisulukê polîsan birîndar kir hack kir
RedHackê ji bo Sarisulukê polîsan birîndar kir hack kir
RedHackê ji bo Sarisulukê polîsan birîndar kir hack kir
RedHack ku malperên înternetê yên Walîtiya Stenbolê û Midûriyeta Polîsan ya Enqereyê hack kirin û ragihand ku, hemû belge û dokumanên ji Emniyeta Enqereyê girtine dest dê biweşînin.
RedHack ragihand ku, malperên înternetê yên Walîtiya Stenbolê û Midûriyeta Polîsan ya Enqereyê ji bo demekê asteng kirin.
Çalakvanên Sîber ragihand ku, çalakî ji bo Ethem Sarisuluk yê di 1’ê Hezîranê de ji bo piştgiriyê bide çalakiya Parka Gezî li Enqereyê polîsan gule li serê wî da û piştî 11 rojan tekoşîna jiyanê, jiyana xwe ji dest dayî pêkanîne.
RedHack da diyarkirin ku, hack kirina malperê tenê destpêkek bû û di daxuyaniya xwe de ev tişt gotin: “Belge, dokuman û îxbarên ku me ji Emniyeta Enqereyê bidestxistine û heya îro me ne weşandine, em dê biweşînin! Bila niha ew bifikirin! Şeytan dibêje, nav, paşnav û navnîşana mala ev polîsên ku jêre dibêjin hêza çevîk biweşîne. Gelo dixwazin bi vî awayî şer bikin? Weke bertekek li hemberî kesên gule li serê Ethem Sarisuluk xistin me fîşê http://www.ankara.pol.tr kişand hêjan Down!”
Heftiya borî RedHack reqemên telefonên midûr û alîkarên midûr yên Midûriyeta Polîsan ya Stenbolê weşandibû.