Redhack, ket sîteya Diyanetê

Redhack, ket sîteya Diyanetê

Koma Hacker a Sor Redhack, bi mebesta 20’emîn Salvegera Sêwasê şîfreya sîteya fermî ya diyanetê şikand  û bi gotina tê zanîn “hacker” kir.  

Koma Hacker a Sor Redhack duh da dabû xuyakirin ku bi mebesta salvegera Qetlîama Sêwasê çalakiyekê li dar bixe û di saetên dereng ên şevê de ket sîteya fermî ya Wezareta Karên Diyanetê û hacker kir.

Redhack sedema çalakiya xwe di hesabê xwe yê  twîtter de wiha destnîşan kir "Ev çalakî ji kesên ku di otelên 5 stêrk de fitara xwe vedikin û di otelên 3 stêrk de mirovan dişewitîn re bersivek e! Diyaneta tetîkkêşa AKP’ê nikare nûnertiya Mislimanan bike!"