Redhack Îdareya Taybet a Bajarê Stenbolê hacker kir

Redhack Îdareya Taybet a Bajarê Stenbolê hacker kir

Redhack, malpera fermî ya Îdareya Taybet a Bajarê Stenbolê hacker kir. Redhack bi rêya Twîtterê ev çalakiya xwe ragihand û destnîşan kir ku wan deynên dewletê yên li gelek saziyên gelemperiyê yên elektrîk, înternet, av, gaza xwezayî û telefonê, jê birine.

Redhack, îro danê sibê malpera fermî ya Îdareya Taybet a Bajarê Stenbolê hacker kir. Redhacker ev çalakiya xwe bi rêya Twîtterê ragihand û şîfreya rêveberiyê ya malperê weşand. Di daxuyaniye de her weha hat ragihandin ku deynên elektrîk, înternet, av, gaza xwezayî û telefonê yên dewletê li saziyên gelemperiyê ne, hatine jêbirin.