Destûr hate dayîn ku Leyla Guven tevlî sersaxiya dayika xwe bibe

Destûr hate dayîn ku Leyla Guven a ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva bêdawî û bêdorveger kiriye, tevlî konê sersaxiyê yê dayika xwe bibe.

Dayika Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven a 58 roj e li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye Cevriye Guven vê sibehê jiyana xwe ji dest dabû. Parêzeran ji bo Guven dikaribe beşdarî şîna dayika xwe bibe serî li Miduriyeta Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dabûn. Miduriyetê bersiva erênî da serlêdanê.

Hat ragihandin Miduriyetê daxwazê şandiye Serdozgeriya Komarê ya Amedê û serdozgeriyê jî destûra beşdariya şînê daye Guven.

Piştî nêrîna bijîşkan a ku wê Guven ji ber tenduristiya xwe dikaribe rêwîtiyê bike an na wê diyar bibe ka Guven beşdarî şînê bibe an na.

Parêzeran ji ber tenduristiya Guven xwestin rêwîtî bi balafirê pêk were. Ev du roj e li Amedê ji ber mijê dijwar seferên balafiran hatine betalkirin. Hat zanîn ku parêzeran xwestiye dema rêwîtiyê bijîşkek û parêzerek refaketê ji bo Guven bikin.