RCS wê li cihê ku Gurul hat qetilkirin lêkolînê bike

RCS wê li cihê ku Gurul hat qetilkirin lêkolînê bike

Heyetek ji Rêxistinên Civakî yên Sivîl (RCS) yên Amedê der barê kuştina Muzaffer Gurul ku bi îdîaya guh nedaye hişyariya ‘raweste’ ji aliyê leşkerên Qereqola Jendermeyan a Licê-Abali  hate qetilkirin, li cihê bûyerê wê lêkolînê bike.

Muzaffer Gurul ê 23 salî bi îdîaya ku guh nedaye hişyariya ‘raweste’ ji aliyê leşkerên Qerekola Cendermeyan a Licê-Abali, wesayîta wî hat gulebarankirin, bi giranî birîndar bû û paşê jiyana xwe ji dest da. Heyetek ji Amedê ji bo lêkolînê diçe cihê bûyerê. Heyeta ku ji nûnerên Baroya Amedê, Şaxa ÎHD’ê ya Amedê, Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê û Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê pêk tê, wê biçin ber Qereqola Jendermeyan a Abali û lêkolînê bikin. Tê payîn ku piştî lêkolînê daxuyaniyek bê dayîn.