Raza kivarikên trûf...

Ji zêr bihatir e. Mîna almasta metbexê tê binavkrin. Lêkolîna li ser pênc celebên kivarika trûfê, xwe gihande kokên wê.

Beriya bi du salan 1.5 kîlom trûfa spî 330 hezar dolar dikir. Ev rekorek bû. Xrama trûfê tê ser 150 euro. Ango bihayê wê çar caran li ya zêr e.

Ji ber vê sedemê nanpêjê osta yê Fransiz Brîllat- Savarîn ji bo trûfê digot, ''almasta metbexê'. Ji bilî dane ber mezatê, kîloya trûfa spî digihije 3 hezar euro.

Yekşemê li welatê zêrê spî Alba (Italya) bihayê 850 xram a trûfa spî 85 hezar euro bû. Ango xrama wê 100 euro.

Li gorî lêkolînekê genoma pênc celebên trûfê hin raz dan. Di nav wan kivarikan de ku lêkolîn li ser wan hate kirin, tûfên spî ên Elbayê (Tuber Magnatum), trûfên reş ên Bourgogne (Tuber Uncînatum) û trûfên Perîgord (Tuber Mmelanosporum) hebûn.

Li gorî rojnameya Le Temps a Swîsreyê, ji Enstîtûya Netewî ya Lêkolînên Argonomîk Fransayê (INRA) Claude Murat got, ''Li tevahiya cîhanê 200 cure trûf tê zanîn. Pêşiyên wan ên hevpar heta bi 150 milyon sal beriya niha diçin.

INRA ya bi navenda Nancyê lêkolîna ku ji hêla konsorsiyuma navnetewî ve hate kirin şopand. Encamên lêkolînê jî li Nature Ecology an Evulutîonê, 13'ê Mijdarê hate weşandin.

DÎROKA TRÛFÊ WEKE DÎROKA CÎHANÊ YE

Nivîskarê Fransiz Alexandre Dumas ê ku salên 1800'î jiyayî ji bo trûfê digot, ''Derxistina holê ya dîroka trûfê wê derxistina holê ya dîroka şaristaniyê be''. Trûf beriya niha bi 3.700 salî li Mezopotamyayê di tablêtên Sumerî de cih girtin. Beriya 2.600 ya B.Z fîrewnê Misrê Keops dema ku şandeyên ji bo ku wî rûmetdar bikin dihatin, hez dikir ku trûfê bixwe. Li Yewnan Antîk çîrokeke mîtolojîk heye. Dîrokzanê Yewnan Plutarkhos ji trûfê re digot, pevgihîna sê elementan (birûs, av û ax). Li Romayê, weke bera hevhîkariya barana payizê û birûskê dihate dîtin. Serdema Navîn jê re fêkiya şeytên digotin.

HERÎ PIR ÇÎN HILDIBERÎNE

Îro hilberandina trûfê 3 caran li daxwazê kêm e. Çîn salê bi hilberandina 300 tonî li pêş e. Li  Ewropayê Spanya, Balkan, Fransa û Îtalya hilberînên herî li pêş in.

Trûf di bin axê ya nêzî hin kokên daran şîn tê. Piraniya sporên kivarikê weke ya kivarika berxikan, bi ber bê dikevin. Lê ev siûda trûfê tine. Ji bo ku sporên trûfê berbelav bibin divê ji hela heywanan ve werin xwarin. Ji bo vê jî divê pêşî werin dîtin. Ji bo dîtina trûfê hewceyî bi kûçik û berazên perwerdebûyî tê çêdibe.