Rayedarên Îranî û Iraqî: Tirkiye petrolê ji DAIŞ'ê bi nîv buhayî dikire

Piştî Rûsyayê rayedarên Îranî û Iraqî jî dan xuyakirin ku Tirkiye bi nîv buhayî petrolê ji DAIŞ'ê dikire.

Li ser bazirganiya petrolê ya di navbera Tirkiye û DAIŞ'ê de, daxuyaniyên nû hatin dayîn. 

Piştî Rûsyayê rayedarên Îranî û Iraqî jî dan xuyakirin ku Tirkiye bi nîv buhayî petrolê ji DAIŞ'ê dikire.

Hat ragihandin ku bazirganiya petrolê di bin kontrola emniyet û îstîxbarta Tirk de tê kirin.

Serokê  Yekîtiya Firoşkarê Berhemên Petrol, Gaz û Petrokîmya ya Îranê Hasan Tacîk diyar kir ku Tirkiye petrolê ji DAIŞ'ê dikire û got, "Tirkiye beşek ji petrola pêwîstiya xwe pê heye, ji DAIŞ'ê werdigire. DAIŞ rojane 700 heta 800 hezar varîl petrolê bi nîv buhayî difiroşe Tirkiyeyê."

Şêwirmendê berê yê ewlekariya neteweyî ya Iraqê Mûvaffak Rûbaî jî ji ajansa nûçeyan a Rûs Rûssîa Today re axivî û ragihand ku DAIŞ'ê di nava heyşt mehên dawî de li bazara reş a Tirkiyeyê bi 800 mîlyon dolarî petrol firotiye.

BAZIRGANIYA PETROLÊ DI BIN KONTROL Û PARASTINA ÎSTÎXBARATA TIRK DE TÊ KIRIN

Rûbaî got, "DAIŞ petrolê bi buhayekî kêmî nîv buhayê qata navneteweyî difiroşe. Ev petrol a li parzûngehên li Tirkiyeyê tê bikaranîn an jî di ser Derya Spî re li bazara cîhanê tê firotin.

Rûbaî da xuyakirin ku nepêkan e haya hikûmeta Tirk ji qaçaxçitiya petrolê tinebe û got, "Bazirgan, petrola li bazara reş, bi ewlekariya emniyet û îstîxbarata Tirk werdigirin. Eger hûn oksîjenê li ser bibirin, wê DAIŞ bifetise."