Rayedarên dewleta Tirk li Bexdayê hevdîtinan pêk tînin

Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk a dagirker Hakan Fîdan û heyeta pê re hatin Bexdayê. Fîdan bi Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Huseyîn re hevdîtin kir.

Heyeta ku ji Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk a dagirker Hakan Fîdan û Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin pêk tê hatin Bexdayê.

Heyeta şer a dewleta Tirk ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Huseyîn ve hat pêşwazîkirin.

Ev serdana rayedarên dewleta Tirk di demekî wiha ku dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê dixwaze êrîşek nû ya dagirkirinê li ser xaka Başûrê Kurdistanê bide destpêkirin û Iraqê jî bikşîne nava şerê li dijî gelê Kurd de pêk tê.