Raporên NY’yê sûcê şer ê AKP’ê vedibêje

Di raporê de bal hate kişandin ser wêranî û talana ku dewleta Tirk li Sûrê kiriye û hat gotin, dewleta Tirk li bajarên Kurdan bi navê 'têkoşîna dij terorê de' bi demografiyê dilîze.

Neteweyên Yekbûyî (NY) biryardar e ku bi ser neheqiyên Tirkiyê de biçe ku li bajarên Kurdistanê li ser Kurdan dike. Di van çend salên dawî de di serî de komkujiyên ku dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê kirin, gelek neheqiyên li qadên cuda yên ku di raporên NY’ê de hatine destnîşankirin xwedî wî rengî ne ku dikarin Tirkiyê li dadgehên navneteweyî bibin darizandinê. Tê payin ku dîplomasiya Kurd jî bikeve pozîsyoneke wiha ku keda xwe li xebatên NY’yê zêde bike, ji ber ku ev bi girîngiyeke jiyanî ye.

Hikûmeta AKP’ê piştî ku dawî li ‘pêvajoya çareseriyê’ anî û ji 16’ê Tebaxa 2015’an ve bi ‘qedexeyên derketina derve ‘ re li ber çavê hemû dinyayê li bajarên Bakurê Kurdistanê tiştên wiha kirine ku di nav çarçoweya hiqûqa navnetewî de weke sûcê şer û sûcê mirovahiyê têne pênasekirin.

Dewleta Tirk bi hemû hêza xwe ya leşkerî di serî de li Cizîrê, Nisêbînê û Sûrê gelek barajên Kurdistanê kavil kir û şewitand, ji bêdengiya hêzên navdewletî jî wêrekî stand û mohra xwe li komkujiyên mezin danî.

Dema ku dewleta Tirk li Cizîrê bi saxî mirov dişewitandin û li ser bi hezaran mirovên Kurd polîkayên qirkirinê dikir Neteweyên Yekbûyî (NY) yê ku bêdeng mayî, piştî komkujiyan sedema wê her çendî neyê zanîn jî ji bo ku komkujiyên dewleta Tirk ên li Bakur derxîne holê polîtîkayek kir.

Di nav çarçoweya vê polîtîkayê de Komîserê Payebilind ê Mafê Mirovan ê NY’yê Zeîd Ra’ad Al Hussîn bi dewleta Tirk re têkilî danî û xwest ku şandeyeke girêdayî NY ya serbixwe biçe bajarên ku komkujî lê hakirine kirin lêkolînê bike; lê dewleta Tirk hem bersiveke erênî neda vê daxwazê û hem jî li bajarên ku komkujî lê kirin bi lez û bez hewl da ku şûn û şopa komkujiya rake.

NY BI YEKÎNEYÊN TAYBET BI SER KOMKUJIYAN DE ÇÛ

Li hêlekê ku hewl tê dayin delîlên komkujiyê ji holê werin rakirin, Komîsere Payebilind al-Hussîn Hezîrana 2016’an daxuyaniyek da û got Tirkiyê destûr nedaye ku şandeya wan biçe Bakur û ji bo vê jî wan li Cinêvê Yekîneyeke Taybet ava kirin.

Yekîne Hezîrana 2016’an dest bi xebatên xwe kir û li gel komkujiyên dewleta Tirk ên li Cizîrê, Nisêbînê û Sûrê binpêkirina mafê mirovan a li bajarên Bakurê Kurdistanê jî şopand.

Rayedarên Yekîneyê di serî de şahid û mexdûrên komkujiyê bi gelek saziyên civaka sivîl re rû bi rû axivî, di heman demê de bi dîmenên ku ji peykê peyda kirin hewl dan ku asta komkujiya dewleta Tirk derxînini holê.

RAPORA KU DIKARE TIRKIYÊ MEHKÛM BIKE

Yekîneya Taybet a bi navenda Cinêvê piştî xebata domdirêj 10’ê Adara 2017’an li Bûroya Cinêvê ya NY’ê derkete pêşberî çapemeniyê, rapora Bakurê Kurdistanê ku xwedî wî rengî ye ku dikare bike ku Tirkiyê li dadgehên navnetewî bide darizanin weşand. Binpêkirinên mafan ên ku ji Tîrmeha 2015’an heta bi Kanûna 2016’an hatî jiyîn, ên ku di raporê de cih digirin mirov dibehitîne. Raportorê taybet ê NY’ê her çendî zimanekî polîtîk bi kar anîbe û tiştên ku di raporê de rasterast weke sûcê şer û mirovahiyê bi nav nekiribe jî, her xala ku di raporê de nîşaneyên wê ne ku dikarin Tirkiyê di qada navnetewî de mehkûm bike.

Mirov dikare ji vê lînkê xwe bigihîne rapora bi Tirkî ya 25 rûpelî : http://www.ohchr.org/Documents/Countries/TR/OHCHR_South-East_Turkey2015-2016_TURK.pdf

DI CIVÎNA MAFÊ MIROVAN DE TIRKIYE DI ROJEVÊ DE YE

Lêkolîna neheqiyê ya NY’yê Tirkiyê û Kurdistanê ne tenê bi vê raporê re sînordar e. Her wiha di daxuyaniyên al- Husseîn û raportorê taybet ê NY’ê de tiştên ku li ser Bakurê Kurdistanê gotin xwedî wî wesfî ne ku dikarin Tirkiyê li qada navnetewî mehkûm bikin.

Bi mebesta ku neheqiyên li tevahiya dinyayê deynin ser masê di meha Adar, Hezîran û Îlonê de 3 caran di civîna Mafê Mirovan a NY ya Mafê Miorvan a Konseya Bilind de ku li Bûroya Cinêvê yê NY’ê pêk hat, neheqiyên ku Tirkiyê li Kurdistanê û Tirkiyê kirine di raporê de cih digirin.

Raportorên taybet ên pisporên mijarê yên NY’yê di hemû raporên xwe yên neheqiyê de bi kurtî jî be balê dikişînin ser neheqiyên ku Tirkiyê kirine. Raportorên NY’ê li Tirkiyê di ser têkiliyên xwe re jî bin di şertên dijwar de neheqiyan di raporên xwe de destnîşan dikin. Raportor bi raberkirinên xwe yên di civîna mafê mirovan de, balê dikişînin neheqiyên ku hikûmeta Tirk kirine û ev jî bala bi sedan nûnerên saziya civaka sivîl û nûnerên dewletên domdar ên NY’ê dikişîne.

LI BAJARÊN KURD BI DEMOGRAFIYÊ DILIZÎN

Mînak di rûniştina 35. a Rûniştia Mafa Mirovan de, ku heta 23’yê Hezîranê wê bidome, raportorên taybet ên NY’ê, di gotarên xwe yên heftiya borî de asta neheqiyên ku li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hatine kirin, hate destnîşankirin.

Di raporê de li ser azadiya civînê û rêxistinbûnê, azadiya raman û derbirîne, parastina bawerî û kêmaran bi zimanekî tund hate rexnekirin. Di raporan de hate gotin Tirkiye li gorî wan peyaman naçe ku mohra wê jî li bin heye û ev jî bi wê astê ne ku dikarin Tirkiyê bidin darizandin.

Di raporê de behsa hilweşîna Sûrê ya bi destê dewleta Tirk jî hate kirin û hate gotin, di nav çarçoweya ‘têkoşîna dijî terorê de’ dewleta Tirk bi demografiya bajarên Kurd dilîze. Tiştên ku di raporê de têne destnîşankirin hem rastiya dewleta Tirk a li bajarên Kurd ku bi mebesta tinekirina nirxên dîrokî, çandî, nasnameya Kurd têne kirin destnîşan dke û hem jî sûcê mirovahiyê yê ku dewleta Tirk li Kurdistanê kirine.

PIR GIRÎNG E KU DÎPLOMASIYA KURD ROLA BISTÎNE

Li hêlekê ku NY her roj neheqiyên li Kurdistanê û Tirkiyê derdixîne holê, di pêvajoyeke ev çend girîng de dîplomasiya Kurd rola xwe hê bi cih neaniye. Ji bo ronîbûna komkujiyên li Kurdistanê û darizandina berpirsên wan, xebatên li bin banê NY’yê pir girîng in, lê dîplomasiya Kurd û saziyên civakî yên Kurdistanî rasterast bi saziyên NY’yê re têkildar nebûne û her wiha kêm dimîne ku daneyên ku van xebatan xurt bikin bidin hev.

Di qadeke wiha ya weke NY’yê de ku di qada navnetewî de karîger e, heke ku HDP hê rasterast xebatek nekiribe ev nîşaneya kêmasiyeke mezin e, her wiha saziyên dîplomasiyên yên Kurd ên li Ewropayê ku têkiliya xwe ya bi NY’yê re tenê bi çend kesan re sînordar kirine û hewl didin li ser piyan bihêlin jî babetek e ji rexneyê re.

Her wiha tê rexnekirin ku ji bo dîplomasiya Kud hema hema qet tevlî rûniştina mafên mirovan nabe ku ji xebatên dîplomasiyê qadeke girîng e û ji hemû deverên dinyayê bi dehan saziyên civakî û nûnerên dewletan ên girêdayî NY’ê tevlê dibin.

Di serdemeke wiha de ku tê astengkirin NY bikeve bajarên Kurd de, xebatên dîplomasiya Kurd ya bi mebesta ku destê NY’ê xurt bike, ji bo ku ser komkujiyan neyê girtin pir girîng e.