Raporên li ser hovîtiya li Cizîrê li ber destê Konseya Ewlekariyê ne
Raporên li ser komkujiyên ku dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê kirine, pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî hatin kirin.
Raporên li ser komkujiyên ku dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê kirine, pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî hatin kirin.
Konseya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, dosyaya li ser komkujiyên li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê bi taybetî li Cizîr, Sûr û Nisêbînê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kirin û binpêkirina mafên mirovan a li Tirkiyeyê, qedand. Komîteyeke taybet a ser bi Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, ku dewleta Tirk nehişt biçe Bakurê Kurdistanê ji bo lêkolînan, rapora li ser komkujiya Cizîrê amade kir û pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir.
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ RAPORÊN XWE YÊN LI SER KOMKUJIYAN TEMAM KIR
Konseya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, ji bo lêkolînkirina îdîayên li ser komkujiyan ên li Bakurê Kurdistanê, xwest ekîbekê bişîne Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê. Lê belê Tirkiyeyê ev daxwaz red kir û li ser vê yekê ev komîteya weke Maseya Tirkiyeyê jî tê naskirin, li Cenevreyê hat avakirin.
HEMÛ BELGEYÊN KOMKUJIYÊ HATIBÛN PÊŞKÊŞKIRIN
Ev komîteya di Hezîrana 2016'an de dest bi kar kir, tevî komkujiyên li Cizîr, Nisêbîn, Sûr û hemû qadên din ên xwerêveberiyê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kirin, di heman demê de binpêkirina mafên mirovan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê lêkolîn kiribû. Endamên vê komîteyê, bi şahid û mexdûrên komkujiya Cizîrê, nûnerên saziyên civakî yên sivîl re hevdîtin kirin û li ser mijarê rapor amade kirin.
Gelek dokuman, dîmen û axaftinên bi rêya telefonê yên sivîlên li jêrzemînan bi rêbazên li derveyî mirovan hatin kuştin, radestî vê komîteya taybet hatin kirin.
ZEÎD GOTIBÛ 'EM Ê DEST JI VÊ MIJARÊ BERNEDIN'
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Neteweyên Yekbûyî hatin bidestxistin, ev rapora ji aliyê komîteya taybet ve hat amadekirin, wê di rûniştina mafên mirovan a 34. a Konseya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî bê nirxandin.
Di vê navberê de, Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Zeîd Raad el Huseyîn, di rûniştina 33. a mafên mirovan de, piştî ku dosya jê re hatibû pêşkêşkirin, dabû xuyakirin ku komkujiyên li Kurdistanê gelekî trajîk in û ew ê dest ji vê mijarê bernedin.