Rapora zanyar: Bi zanebûn sûcê hawirdorê hate kirin, rîska kîmyewî li ser Firatê heye

Di rapora zanyar de ya têkildarî karesata madenê ya li Îlîç a Erzînganê hate ragihandin ku bi zanebûn sûcê hawirdorê hatiye kirin û rîska kîmyewî li ser çemê Firatê heye.

Di rapora zanyar de ya têkildarî karesata madenê ya li navçeya Îlîç a Erzînganê, hate îdîakirin ku Midûrê Tirkiyeyê yê Anagoldê Cengîz Yalçin Demîrcî û rayedar 'bêqisûr in', lê belê rayedarê Kanadayî Îaîn Ronald Gûîlle û endezyar jî di nav de 9 kes 'bi qisûr in'.

Di raporê de hate ragihandin ku fîrmaya Madenkariya Anagoldê "bi zanebûn sûcê qirêjkirina hawirdorê" kiriye û hate gotin, dibe ku karesat ava ser û binê erdê ya li herêmê qirêj bike.

Li gorî raporê rîskên ji ber siyanurê dikare bandoreke cidî li tenduristiya mirovan bike û li ser Tejaneya Firatê rîsk heye.