Rapora têkildarî 16 girtîgehan: Maf bi rêk û pêk têne binpêkirin

Baroya Amedê rapora Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û TUHAY-DER'ê ya têkildarî 16 girtîgehên li Amed, Xarpêt û Erzînganê bi raya giştî re parve kir.

Di civîna çapemeniyê de ku li Baroya Amedê pêk hat, Sekreterê Komîsyona Girtîgehan Ahmet Guler axivî û anî ziman ku li girtîgehan astengkirina Kurdî, pêşîgirtina li mafê tedawiyê û kiryarên xerab bûne binpêkirinên bi rêk û pêk.

Di raporê de çend ji mafên mirovan ên têne binpêkirin bi vî rengî hatin parvekirin:

Astengkirina Kurdî: Name û pirtûkên bi Kurdî yên girtiyan têne redkirin, daxwaza heqê tercûman tê kirin.

Astengiya ki pêşiya tenduristiyê: Di veguhestina nexweşxaneyê de hîn jî kiryara kelebçekirinê dewam dike, di dema mûayeneyê de jenderme ji odeyê nayên derxistin, girtiyên nexweş bêyî ku encamê hîn bibin vedigerînin girtîgehê.

Kiryarên xerab: Girtî ji girtîgehên dûr re têne veguhestin, yên ku kiryarên xerab û êşkence li wan tê kirin cezayê dîsîplînê li wan tê birîn.

Girtiyên jin: Berhemên hîjyenê ji girtiyên jin re nayên dayin, pedên bê kalîte têne belavkirin.

Astengiya ragihandinê: Mafê wergirtina rojname, kovar û nameyan têne binpêkirin, çalakiyên civakî têne qedexekirin.

Parêzvanên mafên mirovan ji bo berdana girtiyên bi nexweşiyên giran û bidawîkirina kiryarên li dijî rûmeta mirovahiyê bang kirin.