Rapora 'Talê' ya HDPê: Kî gilî bike em ê weke 'hevkar' îlan bikin

Heyeta HDP'ê, rapora xwe ya li ser bombekirina gundê Talê yê Colemêrgê ji aliyê leşkerên Tirk ve, eşkere kir.

Têkildarî bomberdûmana 31'ê Tebaxê, ku bi balafirên bê mirov ên bi çek (SÎHA) ve hate kirin û sivîlan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn, heyetek ji parlamenter û endamên Meclîsa Partiyê lêkolîn kir. Rapora li ser encamên vê lêkolînê ji raya giştî re hate eşkerekirin.

Li gorî raporê; 

"Roja 31'ê Tebaxê, piştî ku dengê bomberdûmanê hat, gundekî (Mûstafa Oztûnç) ber bi cihê teqînê ve çû û dema dît birîndar heye, agahî da gundiyên Talê. Li ser vê yekê du gundiyan bi wesayit û derfetên xwe birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.

Di heman demê de Wezareta Karên Hundir daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Li bejahiya gundê Talê di operasyonê de Abdullah Sonmez bi nasnav Pîro Amed û endamên rêxistinên yên bi nasnav Mordem, Zagros û Cemal hatine bêbandorkirin'.

Piştî vê daxuyaniyê, di çapemeniyê de bi sernavê 'Xwîna polîsên tîmên taybet li erdê nema! Ew terorîst hate kuştin' ji saet 16:45 û pê ve nûçe hatin weşandin.

Heman rojê, çavkaniyên herêmî gotin, li mintiqa Kanîreşê ya gundê Talê, balafirên bê mirov ên bi çek bombe li 4 gundiyên pîknîk dikirin barandin. Di encamê de Mehmet Temel (35) jiyana xwe ji dest da, Îbrahîm Sak (54), Îsmaîl Aydin (43), Mûsa Tarhan (54) bi giranî birîndar bûn.

1'ê Îlonê di malpera fermî ya Walîtiya Colemêrgê de daxuyaniyek hate weşandin ku vê daxuyaniyê kuştina sivîlan piştrast dikir. Walîtiyê sivîlên jiyana xwe ji dest da û birîndar bûn weke 'hevkar' îlan kir."

Heyeta HDP'ê di raporê de cih da gotinên şahidan. Dayika Mehmet Temel Sîma Temel ji heyetê re got, "Min nimêj dikir. Dengê bombeyê hat. Ez daketim jêrê. Gundiyan jî heman deng bihîstibûn. Yên derketin derve ber bi Kanîreşê ve dibeziyan. Ez gihîştim heta cihekî, min hewl dida fêhm bikim bê çi bûye. Lê min nekarî. Biraziyekî min ez bir navenda Colemêrgê û em çûn nexweşxaneyê. Li wê derê ji min re gotin, ku kurê min bi giranî birîndar bûye. Piştre gotin, mirî ye. Ez ji ser hişê xwe çûm. Piştre gotin bombe li Kanîreşê hatiye barandin, kurê min tevî hevalên xwe birîndar bûye û piştre mirî ye. Bila Xwedê heqê me ji van re nehêle. Kurê min bê guneh bû. Niha 3 sêwî man. Ev cejn li me kirin jehr. Bila Xwedê qebûl neke. Nehiştin li ser cenazeyê wî bigirîm jî. Bila kes vê zilmê qebûl neke."

Di raporê de hat ragihandin, ku yek ji xizmên birîndaran xwestiye raporê ji nexweşxaneyê bigire, ku karibe pê gilî bike, lê belê doktor rapor nedaye wî. Piştre jî polîsan gef li her kesên li wir xwarine û ji wan re gotine, "Kî gilî bike em ê hemûyan weke 'hevkar' îlan bikin û bigirin."

Heyeta HDP'ê di çarçoveya hevdîtin, çavdêrî û tespîtên xwe de ev nirxandin bi raya giştî re par ve kir:

"Cihê bûyerê herêma ewlekariyê, ya jî herêmeke ku hatiye qedexekirin nîne. Li vê herêmê her tim sivîl dikarin hebin. Hêzên ewlekariyê dizanin ku bi taybetî beriya cejna qurbanê, gundî li vê herêmê qurbaniyan digirin. Dihate zanîn ku di rewşeke bi vî rengî de kirina operasyonê li vê herêmê wê zerarê bide sivîlan, sivîl dikarin bimirin û birîndar bibin. Biryara operasyonê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye dayin. Biryareke bi vî rengî binpêkirina pîvanên hiqûqê û mafên mirovan ên neteweyî û navneteweyî ye. Bi vî rengî dikare bê şîrovekirin.

Gundiyên ku weke 'hevkar' hatine ragihandin, beriya demeke kin li nuqteya kontrolê ya Depinê hem nasnameya wan hem jî wesayita wan hatine kontrolkirin û piştî vê kontrolê çûne cihê bûyerê. Madem ji van kesan guman dihate kirin, çima li nuqteya kontrolê nehatin binçavkirin?

Tevî ku derfet û firsenda girtinê hebû, çima balafira bê mirov a bi çek hate bikaranîn?

Dozger ji bo keşfê neçûye cihê bûyerê. Ewilî gundiyan bûyer dîtine û çûne cihê bûyerê. Gundiyan bi derfetên xwe birîndar rakirine nexweşxaneyê.

Em Partiya Demokratîk a Gelan, di pêvajoya hiqûqî de li gel mexdûran e, heta dawiyê ji bo ronîkirina bûyerê hewldanên me yên siyasî û hiqûqî wê bidomin."