Rapora OHD a Kîlyosê: Divê di derbarê rayedaran de lêpirsîn bê vekirin

OHD a di derbarê cenazeyên li bin peyarêya Kîlyosê hatine derxistin de raporeke çavdêriyê amade kir, daxwaz kir ku cenaze radestî malbatan bikin, diyar kir ku ya hatiye kirin der hiqûqî û divê di derbarê berpirsan de lêpirsîn bê vekirin.

Li ser nûçeya ku ji 282 cenazeyên ji Şehîdgeha Xerzanê hatin rakirin 261 cenaze li bin peyarêyek a li Goristana Kîlyosê ya Stenbolê hatine danîn, komek ji parêzerên ji Şaxa Komeleya Ji bo Azadiyê Huqûqnas (OHD) a Stenbolê têkildarî mijarê lêkolîn li cihê bûyerê kirin û raporek amade kirin.

19’ê Kanûna 2017’an Şehîdgeha Xerzan a Bedlîsê bi mekîneyên kar hatibûn xirakirin û cenazeyê 282 gerîlayên di dem û cihên cuda şehîd bûbûn bê ku agahî bidin malbatên wan hatibûn rakirin.

Li ser serlêdanên hiqûqî yên malbatan a li ser mijarê Walîtiya Bedlîsê 2’yê Çileya 2018’an bi daxuyaniyek da çepemeniyê ragihand ku goristan vala ye.

Piştî du salan û şûnde Ajansa Mezopotamya ku xwe gihand dîmenên cenazeyên li bin peyarêyekê hatibûn veşartin bûyer bû rojeva raya giştî.

Di rapora OHD’ê amadekirî de li gel lêkolînkirina cihê bûyerê derket holê ku cenaze ne li goristanên bêkesan, li devera ku weke peyarê tê bikaranîn hatine veşartin û dîmenên derketîn jî vê rastiyê nîşan dide.

Di rapora OHD’ê ya li Kîlyosê cihê bûyerê lêkolîn kir ev li xwe digire: “Divê derbarê rayedarên ku cenazeyên ji Goristana Xerzanê rakirin û birina Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê û bicihkirina wan a li peyarêya Goristana Kîlyosê bi vekirî li dijî hiqûqyê ye û dîsa derbarê rayedarê ku ne li gorî pîvanên rûmeta mirovî definkirina cenazeyan lêpirsîneke îdarî û edlî bê vekirin.

Divê tavilê tesbîta hestiyên cenazeyên li peyarêya Goristana Kîlyosê hatine definkirin bên qedandin û ji bo malbatan bên dayîn. Dîsa cenazeyên ku tesbîta hestiyê wan nehatine kirin, li gorî pîvanan bên derxistin û divê li Goristana Xerzan a Bedlîsê bê veşartin. Ji malbatên ku cenazeyên wan ji Goristana Xerzanê derxistin û birina Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê û li qadekî peyarê definkirin, lêborîn bixwazin.”