Rapora Meclîsa Elman: Çeteyên Tirkiyeyê DAÎŞ'ê bi bîr dixe

Di raporê de ya ku pisporên meclîsa Elman hazir kiriye, hate gotin çeteyên bi ser artêşa Tirk ve, yên ku Bakur-Rojhilatê Sûriyê dagir kirine, rêbazên  DAÎŞ'ê bi bîr dixin.

Berdevka Karê Navxwe ya Partiya Çepgir Ullah Jelpke beriya bi çend rojan serî li Rêveberiya Xizmetên Meclîsa Federal dabû û pirs kiribû ku komên ku ji 9'ê Cotmehê û vir de di nav dagirkeriya Tirk a li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê de cih girtine çawa têne dîtin. Jelpke pirs ji vê daîreyê kiribû ku ji bo Meclîsê peywira şêwirmendiya zanistî dike, ev kom xwedî fikrên ''cîhadî'' ne yan na.

Daîreya Xizmetên Zanistîya Meclîsa Federal got komên di nav wê avaniyê de ne, ku Tirkiye jê re ''Artêşa Millî ya Sûriyê'' dibêje, bi rengekî zelal ji xwe re ''cîhadî'' dibêjin. Li gorî nûçeya Mîchael Knapp yê ji Serwîsa Elmanî ya ANF'ê, di raporê de ya ku ji hêla pisporan ve hatiye hazirkirin, nexasim dema êrîşên dagirker, çeteya bi navê ''Al-Faylaq Majd'' rêbazên wê rêbazên DAÎŞ'ê bi bîra mirov dixe.

JELPKE: DAÎŞ'A NÛ BI ÇEKÊN ELMAN TÊ AVAKIRIN

Jelpke ji bo hikûmeta bi seroktiya  Merkel got, ''Êdî li dijî amûrên terorê yên Erdogan bi zelalî bibin xwedî helwest û li li ser wan bijidînin'', Jelpke her wiha bi bîr xist ku dema êrîşên dagirker tangên Elman Leopard 2 hatin bikaranîn. Jelpke got çete bi tangên Leopard 2  paqijiya etnîk kirine, di vê rewşê de Elmanya nikare xwe di bin 'cilika bêdengiyê'' de veşêre û got, ''Li vir versiyona nû ya DAÎŞ'ê tê avakirin, Ewropa êdî divê despotê Tirk rawestîne.''