Rapora lêkolîna ‘Dîwarê şermê’ yê ÎHD’ê hat aşkerakirin

Rapora lêkolîna ‘Dîwarê şermê’ yê ÎHD’ê hat aşkerakirin

ÎHD’a Amed û Mêrdînê û ligel vê Baroya Mêdînê di encama lêkolînên ku kirin de der barê dîwarê şermê yê navbera Nisêbîn û Qamişloyê de raporek amade kir.  Di raporê de hate diyar kirin ku merciyên fermî ji daxuyaniyan direvin û got ev dîwar ne ji bo ewlehiyê ji bo berjewendiyên cuda hatiye danîn.  Her wiha hat gotin ku ev dîwar dê zirarek mezin bide pêvajoyê.

ÎHD’a Amed û Mêrdînê û Baroya Mêrdînê rapora xwe ya der barê dîwarê şermê yê navbera Nisêbîn û Qamişlo aşkerakir. Di raporê hate diyar kirin ku dîwarên ku di navbera Nisêbîn-Qamişlo, Ceylanpinar-Serêkaniyê, Şenyurt-Dirbêsiyê, Kilis –Efrînê hatiye avakirin ji ku nerehetiyek çêdikir, ew wek heyeta mafê mirovan li Nisêbînê li cihê ku dîwar hatiye lêkirin lêkolîn kirine.

Di beşa nirxandinê ya raporê de hat diyar kirin ku Sînorê Tirkiyeyê-Sûriyeyê ku bi peymana Enqereyê ya 1921’ê hatiye diyar kirin û di 1923’an de bi peymana Lozanê hatiye teqez kirin, erdnîgariya kurdan ji aliyê hêzên serdest ve hatiye parçekirin û wiha hate gotin: “Ligel ku bi sedsalane ev sînor hatine danîn jî, kurdan di her firsedê yekitiya xwe ispat kiriye û sînor bê wate kirine.  Sînorên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de ku erdnîgariya kurdan parçe kiriye, wek tirsekê hatibû danîn. Ji ber vê ye ku bi armanca ku kurdan ji hev biqetînin ev têl hatine kişandin, herêmek tampon hatiye avakirin û bi qadî grava Kibrisê herêmek mayînkirî danîne.

Di dema Partiya Demokratîk 1956’an de nêzî 600 hezar mayin li van ereziyan raxistibûn û bi hezaran kurd dema diçûn sînor xizmên xwe bibînin jiyana xwe ji dest didan.

LI ŞÛNA PAQIJKIRINA MAYÎNAN DÎWARÊ ŞERMÊ

Di raporê de hat gotin ku Tirkiyeyê demeke dirêj li ber xwe da ku îmzeyê navêje Peymana Ottova ku di peymanê dihat gotin ku hemû mayîn bên paqijkirin, hilberîna wê qedexekirin, transfera wê bê qedexekirin, û herî dawî di 2003’an de îmze avêt peymanê. Di berdewamiya raporê de wiha hat gotin: “Ligel ku 10 sal derbas bû hêj mayin nehatine paqijkirin. Mayînên di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de hêj di cih de ne. Rîska mezin heye û ev jî têr nake dewleta tirk dîwar lê dike.  Bi vê yekê dixwazin careke din darbê li vî gelî bixin. Em ji bo vê dibêjin dîwarê şermê.

WALÎ Û QEYMEQAM HEVDÎTIN NEKIR

Di raporê de hate diyar kirin ku serî li nêrînên Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan dane û hat diyar kirin ku bi rayedarên dewleta tirk re hevdîtin pêk neanîne.  Heyetê xwest bi qeymeqamê Nisêbînê Abdulhalîm Can re hevdîtinê bike lê bi hinceta ku li derveyê bajar e û rayeya wî tune hevdîtin pêk neanî.

Di beşa tespîtê ya raporê de ev tişt hatin gotin:

-Di navbera Sînorê Nisêbîn û Qamilo de  ku 500 metre ji Navenda Çanda Mîtannî dur e, hîmê dîwar yê ku bilindahiya hesînan bi qasî metreyane hat dîtin.

- Hat tespîtkirin ku ji cihê destpêkê û şûnde kolên ku dirêjiya wê nêzî 1000 metreye hatiye kirin.  Lê di dema lêkolîna heyeta me de hat dîtin ku tu xebatek nehatiye kirin.

-Dîwarê dixwaze bê lêkirin, rastî bertek, hêrsî û nerehetiya gel tê.  Her wiha vî dîwarî li bajar û herêmê  rê li ber aloziyan jî vekiriye.

-Merciyên fermî ji dayîna daxuyaniyê direvin û ev jî nîşan dide ku armanca çêkirina dîwar cudaye.

-Dema rewşa şer a Sûriyeyê û rewşa Rojava li ber çavan bê girtin, di qada navnetewî de rewabûna wê nîne.

-Ev dîwarê mijara gotinê ye zirarek cidî dide pêvajoya ‘çareseriya demokratîk’.