Rapora HDP'ê ya li ser qeyûman: Îradeya 4 milyon hilbijêrî hate desteserkirin

Desteya Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk a HDP'ê li ser desteseriya qeyûman raporek eşkere kir. Hevberdevk Hediye Karaaslan got, "Li 48 şaredariyan îradeya 4 milyon û 356 hezar û 819 hilbijêrî hatiye desteserkirin."

Desteya Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navenda giştî ya partiyê civîneke çapemeniyê li dar xist. Hevberdevkên desteyê Hediye Karaaslan û Salîm Kaplan rapora bi sernavê "Desteserkirina îradeyê û rastiya qeyûman" eşkere kir.

Karaaslan got, "Weke ku tê zanîn, desthilatdariya siyasî û Wezareta Karên Hundir bi taybetî vê dema dawiyê li dijî partiya me, hevşaredarên me û karên şaredariyên me propaganda reşkirinê dikin. Ji sala 2016'an dema tayînkirina qeyûmê destpêkê û vir ve bênavber ev propaganda reşkirinê dewam dike. Wezaretê qîma xwe bi vê yekê jî neanî û beriya sê mehan ev propaganda xwe ya reşkirinê kir pirtûk. Pirtûk bi tirs, lez û bez hatibû amadekirin. Li gel berevajîkirina rastiyan û îftirayê, her wiha di vê pirtûka xwe de careke din raxistibûn pêş çavan bê çiqasî ji karê şaredariyê, ji civakê, ji gel û ji mewzûata şaredariyê dûr in."

Karaaslan anî ziman ku ew dixwazin hem raha giştî agahdar bikin hem jî rastiya qeyûm û rastiya desteserkirina îradeyê yek bi yek vebêjin. Karaaslan got, "Destpêkê em dixwazin ji 19'ê Tebaxa 2019'an û vir ve hin daneyên li ser desteserkirina îradeya gel parve bikin."

DESTESERKIRIN Û GIRTIN

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Li 3 şaredariyên bajarê mezin, 5 şaredariyên bajaran, 33 şaredariyên navçeyan bi giştî li 48 şaredariyên me qeyûm hatin danîn. 72 hevşaredarên me di vê demê de hatin destgîrkirin, 19 jê hevalên me yên jin 37 hevşaredarên me hatin girtin. Hîn jî li girtîgehên cuda yên Tirkiyeyê 15 hevşaredarên me girtî ne. Di vê demê de li 7 hevşaredarên me cezayê girtina li malê hate birîn. 6 eşaredarên me 10 meh in li malê girtî ne. Desteserkirina îradeyê di vê demê de herî zêde bandor li meclîsên şaredariyan kir ku saziya biryardanê ya xwecihî ye. Welê li 807 endamên me yên meclîsa şaredariyê kirin ku nikaribin karê xwe bikin. Qeyûman meclîsên şaredariyê di pratîkê de girtin û dest danîn ser mafê gel ê tevlîbûna li rêveberiyê."

Karaaslan destnîşan kir ku li 48 şaredariyan îradeya 4 milyon û 456 hezar û 819 hilbijêrî hatiye desteserkirin û got, "Di vê demê de desthilatdariya siyasî ji her demê bêhtir êriş bir ser destketiyên jinan û hevserokatiyê. Destketiyên jinan bi rêya qeyûm hatin tunekirin. Li dijî destketiyên jinan êrişên giran hene. Yên ku nikarin tune bikin, hewl didin li gorî xwe daxînin asteke maqûl. Hewl dan ku hevserokatiyê krîmînalîze bikin, ku hevserokatî mekanîzmaya bingehîn a tevlîbûna jinan li rêveberiyên xwecihî, li siyaseta xwecihî ye."

XWEDÎDERKETINA LI HEVSEROKATIYÊ

Karaaslan destnîşan kir ku sîstema hevserokatiyê nasnameya biryardana hevpar a rêveberiya kolektîf a rêveberiya demokratîk e û got, "Me sîstema hevserokatiyê bi rengekî veşartî nemeşand. Di hilbijartinên xwecihî yên salên 2014 û 2019'an de partiya me bi rengekî eşkere ragihand ku bi sîstema hevserokatiyê tevlî dibe. Em bûn namzet, pêvajoya hilbijartinê jî weke hevserokan meşand. Sîstema propagandayê bi rengê hevserokatiyê me meşand."

Karaaslan ragihand ku ew rewatiya karê xwe ji civakê werdigirin û got, "Civakê sîstema me ya hevserokatiyê ji sala 2014'an ve pejirandiye. Rewatiya mayî jî em ji destûra bingehîn, ji qanûnan û peymanên navneteweyî digirin. Me detayên vê di rapora xwe de parve kir."

Karaaslan ragihand ku ew di sîstema hevserokatiyê de israr dikin û heta ku di jiyana azad û wekhev de israr bikin ew ê di sîstema hevserokatiyê de jî israr bikin.

'QEYÛM WÊ LI WE JÎ BIDE'

Hediye Karaaslan ragihand ku partiya desthilatdar dema ku dest bi hilbijartinên 2014'an kir, ji sedî 67.2 ê nifûsê di rêveberiyên xwecihî de xwedî gotin bû û wiha dewam kir, "Paşketina bi qeyûman dest pê kir, di hilbijartinên 2019'an xwe bi rengekî eşkere nîşan da. Desthilatdariyê bi windahiya ji sedî 50'î li nava ji sedî 39 ê nifûsê dikarîbû li nava şaredariyê bibûya xwedî gotin. Weke ku tê dîtin sîstema qeyûm di wijdanê gel de, di wijdanê civakê de û li sindoqan hatiye mehkûmkirin. Sîstema qeyûm cenawirekî mîtolojîk e. Çawa ku sala 2019'an li we xist, desthilatdarî di sindoqê de asê kir, ev cenawirê mîtolojîk wê dawiya dawî li vê sîstemê, li we jî bixe."