Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Rapora HDP’ê ya li ser Pirsûsê: Delîlên li nexweşxaneyê tên tunekirin

HDP’ê têkildarî êrîşa li Piorsûsê ya ku di 14’ê Hezîranê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dabû, pêşraporek amade kir. Di raporê de hate diyarkirin ku li nexweşxaneyê delîl û îspatên lînckirinê tên tunekirin.

Di raporê de hate diyarkirin ku Esvet Şenyar û zarokên wî yên ku AKP ew qetil kirine, 25 sal in li paş şaredariya Pirsûsê esnaftiyê dikin. Namzetê parlementeriyê yê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 12’ê Hezîranê de ji bo xebata hilbijartinê çûye dikana malbata Şenyaşar. Li vê derê di navbera wan de nîqaş çêbûye û ev nîqaş bêyî şer bi dawî bûye.

DI 14’Ê HEZÎRANÊ DE ÇI BÛ?

Di 14’ê Hezîranê de jî ev tişt pêk hatiye, “Namzetê parlementeriyê Yildiz û xizmên wî dîsa çûne dikana malbata Şenyaşar. Li vê derê dîsa nîqaş çêbûye û piştî nîqaşê Yildiz û kesên bi wî re bi çekan êrîşî Adil, Celal û Ferît Şenyaşar kirine.

LI NEXWEŞXANEYÊ HATIN QETILKIRIN

Di encama vê êrîşê de Adil û Celal Şenyaşar bi ambûlansê anîne servîsa lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê û Ferît Şenyaşar jî anîna Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligolê. Bavê wan Esvet jî bi peyatî çûye ba kurê xwe yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê.

Bi fermana namzetê parlementeriyê yê AKP’ê yê Rihayê Yildiz re berê kamerayên ewlehiyê yên li nexweşxaneyê hatine şikandin û piştre jî kurekî Esvet Şenyaşar li servîsa lezgîn û kurê wî yên din jî li pêşiya Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê qetil kirine. Bavê wan Esvet Şenyaşar jî bi tupê oksîjenê li serê wî dane. Esvet Şenyaşar bi giranî birîndar bûye û ew birine Nexweşxaneya 25’ê Aralik a Dîlokê. Di 15’ê Hezîranê de dema ku kurên wî hatine veşartin, wî jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.

ENCAMÊN LÊKOLÎNA HEYETA HDP’Ê

Heyeta HDP’ê di 15’ê Hezîranê de çûne Pirsûsê û lêkolîn dane destpêkirin. Alîkara Hevserokatiya Giştî û parlementera Êlihê Ayşe Acar Başaran, parlementera Amedê Meral Daniş Beştaş û parlementerê Amedê Nîmetûllah Erdogmûş, namzetên parlementeriyê yên Rihayê û Alîkara Hevserokatiya Giştî ya DBP’ê Hacer Ozdemîr di heyetê de cih girtin.

Agahiyên ku heyetê bi dest xistiye, wisa ne:

“Heyeta me dema çûye cihê bûyerê, dîtiye ku kamerayên ewlehiyê, kamerayên Mobeseyê yên ku 360 pîleyan dîmenan qeyd dike û kamerayên ewlehiyê yên derdorê hene. Agahiyên li ser bûyerê ji aliyê gelek mişterî û esnafan hatiye teyîtkirin.

BÛYER ÇAWA PÊK HAT?

Di 14’ê Hezîranê saet di 15.30’an de li ‘Kolana 1 milyonvanan’ a Pirsûsê namzetê parlementeriyê yê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz û heyeta pê re, tevî parêzvanên xwe yên çekdar çûye serdana esnafan. Dema ku Yildiz û kesên pêre ketine dikana Esvet Şenyaşar a bi navê ‘Bazara Erzaniyê ya Stenbolê’ kurê wî Celal di nava dikanê de ye û kurê wî yê din Adil Şenyaşar jî li ber deriyê dikanê ye.

SÎLE AVÊT, GULE REŞAND

Dema ku Yildiz xwestiye têkeve dikanê Adil Şenyaşar gotiye, ‘Di dikanê de mişteriyên jin hene, nekevin hundir, jin aciz dibin.” Li ser vê gotinê Yildiz gotiye ku, “Ma em bênamûs in ku tu me naxî hundir” û nîqaşê dest pê kiriye. Di dema nîqaşê de parêzvanekî Yildiz ê ku navê wî nehatiye tespîtkirin sîle li Adil daye. Piştî ku nîqaş gurtir bûye, parêzvanan bi çekan gule bera lingê Adil Şenyaşar dane.

PARÊZVANAN BI ÇO Û KÊRAN ÊRÎŞ KIRIN

Di vê kêlîkê de parêzvanên Yildiz û xizmên wî bi ço û kêran êrîşî Adil Şenyaşar kirine. Di vê kêlîkê de birayê Adil Şenyaşar, Ferît Şenyaşar li dikaneke kêlekê ye û dema ku dîtiye êrîşî birayê wî dikin, wî jî bi çekan gule bera Yildiz û parêzvanên wî daye. Li wê derê birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Mehmet Şah Yildiz û kesekî ku navê wî nehate tespîtkirin û Celal Şenyaşar li cihê bûyerê birîndar dibin. Kesên birîndar radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Dema ku birîndaran radikin nexweşxaneyê birayê Yildiz, Mehmet Şah Yildiz wefat dike.

LI NEXWEŞXANEYÊ LI PÊŞ ÇAVÊN BIJÎŞKAN BI KÊRAN KUŞTIN

Dema ku li nexweşxaneyê Celal Şenyaşar tê tedawîkirin, xizmên Yildiz li pêş çavên bijîşkan bi kêran Celal Şenyaşar dikujin. Birîndarê din Adil Şenyaşar jî di nava nexweşxaneyê de li pêş çavên bijîşk û hemşîreyan tê kuştin. Di vê kêlîkê de bavê wan Esvet Şenyaşar tê nexweşxaneyê û di têketina nexweşxaneyê de ji aliyê xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz tê lînckirin. Li wê derê tiştekî wekî tupan li serê Şenyaşar dane.

JI BO KU DELÎLAN TUNE BIKIN, KAMERA ŞIKANDIN

Xizmên Yildiz di heman demê de kamerayên li nexweşxaneyê şikandine û xwestine delîlan tune bikin. Têkildarî bûyerê gelek kesan şahidî kirine lê ji ber ewlehiya wan nexwestine ku navê xwe bidin.

ŞAHIDÊN BÛYERÊ

Gotinên şahidên bûyerê:

Welatıyê ku nexwest navê xwe diyar bike ku li nexweşxaneyê bû: Saet derdorî 17:00’an de ji bo serdana nexweşekî xizmên xwe bikim çûn nexweşxaneyê. Di wan kêliyan de birîndar rakirin nexweşxaneyê, hundir û derveyî nexweşxaneyê qelebalix bû.Ji ber ku li Pirsûsê her kes nasê hev in, xizmên Îbrahîm Halîl Yildix ê ji Gundê Şeyîs e û nazmetê AKP’ê ye di carekê de nexwexane tije kirin. Dema ku xizmên namzetê parlementeriyê ketin nexweşxaneyê li pêşiya derî gelek polîsên hêza çewîk hebûn. Polîsan ji bo ketina wan a nexweşxaneyê ti astengî dernexistin. Ji ber tirsê ez neketim nexweşxaneyê, lê deng dihate ji derve digotin; ‘Me kuş, me kuşt’ qîr dikirin. Ji hundir dengê çekan dihat. Dest bi çepikan hate kirin. Gula bera hewa dida. Dema gule bera hewa dida, polîsan ev kom hişyar kir. Dema ku kom belav nebûn polîsan jî gule bera hewa da. Polîsan wê demê kes destgîr nekirin.

Xebatkarekî yê Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê kar dikir ku nexwest navê xwe diyar bike: Saet 15:50’an birîndarekî ku bi paşnavê Yildiz anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê, dema em hatin nazmetê Parlementeriyê ya AKP’ê Îbrahîm Halît Yildiz jî li nexweşxaneyê bû. Li nava nexweşxaneyê û baxçe polîs li her derê hebûn. Di saet 16:00’an de nexweşekî sivik ji me şand nexweşxanya navenda Rihayê. Dema ez derbasî Pirsûsê bûm û Celal û Adil sewîq nexweşxaneyek din bikira, lê alîgirên malbata Yildiz rê neda ku bên sewqkirin.Dest danîn ser kilîda ambûlansê û gule li tekerê wê dan û teqandin. Camên ambûlansê şikandin. Ajokarê ambûlansê bi kuştinê hate tehdîdkirin û hate derbkirin. Esvet Şenyaşar tevî ku bi pê hate nexweşxaneyê ji aliyê xizmên Yildiz ve li nava beşa lezgîn bi tupa oksîjenê derbkirin û xwestin lînç bikin. Kamareyên li beşa lezgîn hemû hatin texrîbkirin, dîsa di saet 2 yê şevê dozger hate beşa lezgîn. Min ev yek bi çavê xwe dît.

Esnafeke cîran ê ku nexwest navê xwe diyar bike jî wiha got: Ji xwe ev 3 roj bûn dihatin cihên ku dikanên me lê bûn. 13’ê Hezîranê jî hatin, me jî weke esnaf got em deng nadin we. Rojeke piştî wê hê bi qelebalixî hatin, bi amadekirî hatibû.Bi nêzî 30 mêran ve hatibûn. Daxwaz ji me kirin ku paçên kesk sor û zer bê rakirin. Di vê navberê de gotûbêj derketin. Zilamên wekîlê AKP’yî sile li hevalên me da. Piştî wê alozî hê mezintir bû. Li gel esnafan çek nebû, lê li gel wan hebû. Celal û Adil bi dar û kêran xwestin xwe biparêzin. Ev bûyer li ber çavên polîsan pêk hat, polîsên sivîl dişopandin. Bi awayekî baş birîndar jî nerakirin nexweşxaneyê.

Têkıldarî mijarê Serokê Partiya Gelan a Komarê ya navçeyê Servet Goren: Namzetê Parlemeteriyê yê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz û hevalên wî ketin dikana esnafetkê. Dema ku esnaf jî nerazîbûn nîşan da, çek hate bikaranîn. Ew jî êrîş dikin. Bav û kurên ku rakirin nexweşxaneyê li wir hatin qetilkirin.

Serokê Odeya Tabîbên Riha Omer Melîk: Piştî bûyerê em çûn serdana Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê, piştî bûyerê çavdêriyên me kirî, ji bo bûyerên wiha rû nedin ti ewlekarî nehatine girtin. Ji bo dozger bûyerê lêkolîn bike delîl hemû hatine rêbirin, nexweşxane vegeriye qada şer. Her cih hatiye paqijkirin, ji bo parastina delîlan ti ewlekarî nehatiye girtin. Kamera hatine şikandin. Di hevpeyvîna me li gel hempîşe û xebatkarên tenduristiyê hatî kirin diyarkirin ku ti ewlekarî nehatiye girtin. Li gorî agahiyên me girtî, dema ku birîndar rakirine nexweşxaneyê komek ji 100 heta 150 kes ketine nava nexweşxaneyê, êrîşî birîndaran kirine, serê birîndaran jê kirine, dîsa bi tupên oksîjen û yên agirkujiyê li serê birîndaran hatine dayîn û her wiha gule li birîndaran hatine reşandin.

DELÎL HATINE JÊBIRIN

Her wiha di raporê de wiha hate gotin: “Ev bûyerên hatine vegotin, ji aliyê kes û esnafên ku şahidiya bûyerê kirine û nexwestine navê xwe diyar bikin ve hatiye piştrastkirin” ev tişt hate gotin: “Dîsa gotinên şahidên bûyerê yên ku dema dihatin lînçkirin pir bi sosret bûn.

Dîmanên kamereyên ku bav û kur Celal dema tên qetilkirin nehatine parastin. Dîsa şopên xwînê yên li beşa lezgîn beriya tîmên lêkolînê bên hatine paqijkirin. Şopên xwînê yên li ser dîwa hatine jêrbirin û boya nû li ser hatiye dayîn. Hemû delîl hatine jêbirin. Di hevdîtinên li gel xebatkarên tenduristiyê hatine kirin hate diyarkirin ku hemû hatine tehdîtkirin û naxwazin baxivin.”

LÎNCA KU LI NEXWEŞXANEYÊ HATE KIRIN HATE TESBÎTKIRIN

Di raporê de ev tişt jî hate gotin:

“Hewlda lînçkirinê ya li nexweşxaneyê, li nexweşxaneyê Waliyê Riha, Qeymeqamê Pirsûs û Wezîr Eşref Fakîbaba ji aliyê şahidên ji derveyî nexweşxanyê tezbît kiribûn. Dîsa di saeta bûyerê de parlemeterê me Nîzamettûllah Erdogmûş di hevdîtin bi rêya telefon de Waliyê Rihayê bi x we jî li nexweşxaneyê bû.

Agahiyên ku şahidên bûyerê ji bo heyetê anî ziman, pir bi sosret bû. Zimanê ku çapemeniya alîgir û dijminane bi qasî wê zêdetir bi fikar û metirsîdar in. Ji bo ronîkirina vê bûyerê, di serî de bang li baroyan, Komeleya Mafê Mirovan û hemû rêxistinên mafê mirovan dikin ku werin lêkolîn bikin û bibin şopdarên bûyerê.”