Rapora 'Darbeya 4'ê Mijdarê' hate amadekirin

HDP'ê li ser Darbeya 4'ê Mijdarê ya li dijî siyaseta demokratîk raporek amade kir.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li ser Darbeya 4'ê Mijara 2016'an raporek amade kir.

Rapoera bi navê "Azadî ji Siyaseta Demokratîk re", ku ji 44 rûpelan pêk tê, ji hemû parlamenter, siyasetmedar, kesayetên li qada medya, akademî, hiqûq û hunerên re hate şandin.

Di beşa agahiyên giştî ya raporê de wiha hate gotin:

"Ji Mijdara 2016'an û vir ve, di serî de Hevserok 15 wekîlên HDP'yî hatin girtin. 9 parlamenter jî hê girtî ne. Di vê demê de 27 parlamenter hatin binçavkirin, ku hin ji wan çend caran hatin binçavkirin. Alîkara Hevserokan a ji Mafên Mirovan û Hiqûqê Berpirsyar Aysel Tûglûk ji 28'ê Kanûna 2016'an û vir ve girtî ye. 20'ê Gulana 2016'an bi guhertina destûra bingehîn re, der heqê 55 ji 59 parlamenterên HDP'yî 510 fezleke hatin amadekirin û lêpirsînan dest pê kir. Der barê CHP'yiyan de 145, AKP'yiyan 46 û MHP'ê 20 fezleke hene."

Di raporê de hat ragihandin, ku bi guhertina qanûna li ser mafê destnedanê yê parlamenteran re, bi awayekî dijberî destûra bingehîn darizandina parlamenteran dest pê kiriye û wiha hate gotin:

"Tenê di nava saleke ku parlamenter li girtîgehê girtî ne, 309 rûniştin hatin kirin. Di encama vê darizandinê de kirina siyasetê li Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag hate qedexekirin, paralmenteriya wê û Hevserokatiya wê hate xistin. Wekî din, ji ber cezayên lê hatin birîn parlamenteriya wekîla Amedê Nûrsel Aydogan û wekîla Sêrtê Besîme Konca hate betalkirin. Parlamenteriya Tûgba Hezer û Faysal Sariyildiz jî bi rengekî ku mînakeke we di dîroka meclîsê de nîne, hate xistin.

Di vê demê de saziyên navneteweyî xwestin parlamenterên girtî bibînin, bi vê armancê serî li Wezareta Edaletê dan, lê destûr ji wan re nehate dayin."

Di raporê de hat destnîşankirin, ku 5 meh piştî guhertina xala li ser mafê destnedanê ya destûra bingehîn, 4'ê Mijdara 2016'an der barê Hevserokên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, parlamenter Îdrîs Balûken, Sirri Sureyya Onder, Îmam Taşçier, Nûrsel Aydogan, Ziya Pîr, Abdullah Zeydan, Nîhat Akdogan, Selma Irmak, Gulser Yildirim, Faysal Sariyildiz, Ferhat Encu, Leyla Bîrlîk, Tûgba Hezer dozgeriyên Çewlik, Amed, Colemêrg û Şirnexê biryara binçavkirinê dan.

Di raporê de hat ragihandin, ku li Enqere, Amed, Stenbol û Mêrdînê saet di navbera 00:45 û 02:00 de bi operasyonan 12 parlamenterên HDP'yî ku Hevserokên Giştî Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî hebûn, hatin binçavkirin.

Hat bibîrxistin, ku piştî dema binçavkirinê, parlamenterên hatin girtin bi helîkopter, balafir û wesayitan sewqî girtîgehên Edîrne, Kandira û Sîlîvrî hatin kirin ku gelekî dûrî cihê malbata wan lê ne.

Di raporê de bal hate kişandin ser helwesta çapemeniya Tirkiyeyê û hat gotin, "Roja 4'ê Mijdarê hemû komên medyayê û saziyên medyayê yên alîgirê hikumetê, operasyona li dijî HDP'ê weke nûçeya lezgîn bi sernavê 'operasyona terorê ya li dijî HDP'ê weşandin. Hemû rojnameyan jî heman gotin kirin manşeta xwe. Bi vî rengî derkete holê ku operasyona li dijî HDP'ê hatiye kirin plankirî ye û ji navendekê ve tê birêvebirin. Nîşaneyeke din a vê rastiyê jî ew e, ku odeyên li girtîgehan ên parlamenter lê bên bicihkirin, berî destpêkirina darizandinê hatina madekirin."

Di dewama raporê de işaret bi pêvajoya darizandinê hate kirin û hat ragihandin, ku ji ber bêdengiya Dadgeha Destûra Bingehîn a têkildarî serlêdanên lê hatiye kirin, 20'ê Sibata 2017'an serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hatiye dayin.