Radyoya 'Dengê Efrînê' dest bi weşanê dike

Radyoya 'Dengê Efrînê' dest bi weşanê dike

Li Rojavayê Kurdistanê ligel ambargo û êrîşan li her qadê rêxistibûn didome. Radyoya Dengê Efrînê FM’ di 1’ê Îlonê  Roja Aştiyê ya Cîhanê de desti weşanê dike.

Dengê Efrîn FM, ligel zehmetiya qutbûna ceyranê ya ji ber ambargoyê, di 1’ê îlonê de dest weşanê dike. Ji rêveberiya radyoya ku dê li Efrînê cara yekemîn kurdî weşanê bike Sîrac Hesen da zanîn ku amadekariyên xwe temam kirine û di 12’ê hezîranê dest bi weşana testê kiribûn û dê dest bi weşana normal bikin.

Radyo FM  dê li ser 90,3 weşanê bike.