Radestkirina 6 YPG'yiyan ji El Nûsra re, di rojeva Meclîsê de ye
Parlamenterê HDP'ê Ayhan, radestkirina 6 YPG'yiyan ji aliyê Tirkiyeyê ve ji El Nûsra re, xist rojeva Meclîsê.
Parlamenterê HDP'ê Ayhan, radestkirina 6 YPG'yiyan ji aliyê Tirkiyeyê ve ji El Nûsra re, xist rojeva Meclîsê.
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan, mijara 6 YPG'yiyên li Tirkikyeyê dihat dermankirin, lê dewleta Tirk ew radestî çeteyên El Nûsra kir, xist rojeva Meclîsê. Bi vê armancê Ayhan pêşniyar pirsek pêşkêşî Serokwezîr Ahmet Davûtoglû kir.
Ayhan bibîr xist ku 6 YPG'yiyên bi awayekî qanûnî û fermî li Tirkiyeyê dihatin dermankirin, di operasyoneke operasyonan de li mêvanxaneya Navenda Giştî ya Egîtîm-Senê ku lê diman, hatin binçavkirin.
Ayhan diyar kir ku her 6 Rojavayiyî, ji deriyê sînor ê Reyhanli Cîlvegozu (Bab El Hewa) yê di bin kontrola El Nûsra de ye, hatine dersînorkirin û ji Davûtoglû xwest bersiva van pirsan bide.
"Birîndar çima hatine binçavkirin? Rast e ku ji van birîndaran re nasnameyeke demkî ya heta bên tedawîkirin hatiye dayîn û tedawiya wan li gorî prosedura qanûnî dewam dikir? Eger rast be, çima hatine binçavkirin? Piştî girtina îfadeya 6 birîndarên Rojavayî, rast e ku ji deriyê sînor ê Cîlvegozu yê Reyhanliyê ku di bin kontrola El Nûsra de ye, hatine dersînorkirin? Eger rastr be, ev biryara dersînorkirinê ji aliyê kîjan saziya dewletê ve hatiye dayîn?
Berî biryara dersînorkirinê were dayîn, kîjan prosedurên qanûnî bi cih hatine anîn. Mînak; ji aliyê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ve mulaqat bi van kesan re hatiye kirin? Eger hatibe kirin van kesan daxwaza penaberiyê yan jî penaberiyek li welatekî sêyemîn xwestine?
Bi kîjan sedeman 6 welatiyên Kurd ên Rojavayî, ji herêma di bin kontrola çeteyên El Nûsra de hatine dersînorkirin? Bi vê yekê re pîvana Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ya li ser ewlekirina jiyana penaberên bi xeteriyê re rû bi rû ne, nehatiye binpêkirin?
6 welatiyên Kurd ên Rojavayî serlêdana penaberiyê kirine?
Der barê aqûbeta 6 welatiyên Kurd ên Rojavayî yên hatine dersînorkirin de li ber destê hikûmeta we kîjan agahî hene?
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê li hemberî Tirkiyeyê ji ber dersînorkirinê ti biryarên binpêkirinê daye? Eger hebe ev biryar ji ber kîjan sedeman hatine dayîn?
Ji aliyê raya giştî ya Tirkiyeyê û cîhanê ve tê zanîn ku li herêma Rojava di navbera hêzên YPG/YPJ û rêxistinên terorê DAIŞ û El Nûsra de şer heye. Tevî vê yekê, şandina 6 welatiyên Kurd ên Rojavayî ji bo herêmên di bin kontrola van rêxistinên li hemberî wan şer dikin de, gelo ne şandina ji bo mirinê ye?
Mijara dersînorkirina 6 welatiyên Kurd ên Rojavayî pêwendiya xwe bi nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li şoreşa Rojava heye?"