Rabîa Onver bi hinceta ‘belavkirina agahiyên nerast’ hate sûcdarkirin

Nûçegihana JINNEWS'ê Rabîa Onver ji aliyê dozger ve bi hinceta; ‘bi eşkereyî belavkirina agahiyên nerast’’ hate sûcdarkirin ku ji ber eşkerekirina bazirganiya fuhûş û tiryakê ya dewletê ya li Colemêrgê derheqê Onverê de lêpirsîn hatibû vekirin.

Polîsan di 20’ê Îlonê de bi ser mala nûçegihana JINNEWS’ê Rabîa Onver a li navçeya Gever a Colemêrgê de girtin.

Hate zanîn ku sedema zextê nûçeya dosya ya Onverê ya bi navê “Li Colemêrgê şerê taybet” a têkildarî bazirganiya fuhûş û tiryaka li Colemêrgê çêkiriye ye.

Hate ragihandin ku Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê bi îdiaya “belavkirina agahiyên şaş” lêpirsîn daye destpêkirin û biryara destdanîna ser materyalên dîjîtal wergirtî ye.

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Colemêrgê têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev daxuyanî parve kir: “Muwekîla me rojnamevan e û mafê agahî wergirtinê yê gel li ber çavan wergirtiye û rojnamevanî kiriye.

Lêgerîna mala wê ya ji ber nûçeyên ku di dema pratîkkirina pîşeyê xwe de û hewldana desteserkirina materyalên wê yên dîjîtal ku di pratîka pîşeyê wê de xwedî girîngiyeke mezin e, nîşan dide ku çapemenî hema ji aliyê darazê ve tê tirsandin. ‘Azadiya çapemeniyê û mafê agahîwergirtinê’ ji bo demokrasiyê nebe nabe ye. Li welatekî ku bi demokrasiyê tê birêvebirin, hewldana bêdengkirina çapemeniyê ya bi destê darazê darbeya herî giran a li demokrasiyê û baweriya li darazê hatiye dayîne.”

OHD’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku bi lêpirsîna hatiye destpêkirin azadiya çapemeniyê û azadiya mafê agahîwergirtinê yê gel hatiye binpêkirin û wiha got: “Ji ber vê yekê em dixwazin demildest ji vê pêkanînê vegerin û rêgezên giştî yên hiqûqê bên bicihanîn.”