Qurbaniyên komkujiyan li Swîsreyê hatin bîranîn

Li bajarên Zurich, Lozan û Bielê yên Swîsreyê, mirovên di komkujiyên meha Adarê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn.

Li bajarên Zurich, Lozan û Bielê yên Swîsreyê, mirovên di komkujiyên meha Adarê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn.

ZURICH: Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH), cangoriyên berxwedana Efrînê li Swîsreyê bi bîr anî. Ji pêkhateyên HBDH nûnerên DKP-BÖG, TKEP/LENİNİST, MKP, TKP-ML û MLKP, her wiha Revolutionäre Aufbau, HDK Swîsre û TKP-ML Swîsre tevlî bûn. HBDH'ê şervanên DKP-BÖG Hüseyin Cem Özdemir, Görkem Tuğal, şervanên MLKP'ê Ruhat Aşkara, Sedat Akyüz, Erdal Demirhan, şevanên TKEP/L'ê Sinan Ateş, Kenan Aktaş, şervanê THKP-C/MLSPB Ramazan Güleken, şervanên YPG'ê yên Enternasyonal Olivier François Jean Le Clainche, Samuel Prada Leon, Haukur Hilmarsson û şervanên YPJ'ê Avesta Xabûr, Barîn Kobanê hatin bîranîn." Nûnerên rêxistinan ji bo geşkirina têkoşînê bang kirin.

LOZAN: Li saziya mala gel a Lozanê bi heman armancê merasîmeke bîranînê hate lidarxistin. Di merasîmê de ku nûnerên MLKP, TKP/ML, MKP, NCDK-S û gelek saziyên koçberan amade bûn, qurbaniyên komkujiya Helebçeyê û şervanên YPG-YPJ, MLKP, DKP-BÖG, TKEP/L ên li Efrînê şehîd bûn hatin bîranîn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê û nîşandana sînevîzyonê nûnerên saziyan yek bi yek mafê axaftinê girtin û işaret bi erk û wezîfeya hemû komunîst, şoreşger û demokratan kirin.

BIEL: Merasîma bîranînê ya li lokala NCDK-S Bielê, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir. Di merasîmê de bi hezaran mirovên 16'ê Adara 1988'an li Helebçeyê bi çekên kîmyewî hatin kuştin, 7 xwendekarên li Fakulteya Dermankarî ya Zanîngeha Stenbolê yên 16'ê Adara 1978'an hatin kuştin, 17 kesên 12'ê Adara 1995'an il taxa Gazî hatin kuştin û şehîdên Efrînê hatin bîranîn.