BI DÎMEN

Qurbaniyên komkujiya Enqereyê li Strasboûrg û Marsîlyayê hatin bîranîn

Li bajarên Fransa Strasboûrg û Marsîlyayê, mirovên di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn.

Li bajarên Fransa Strasboûrg û Marsîlyayê, mirovên di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn.

Bi armanca şermezarkirina komkujiya Enqereyê û bîranîna mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, bi beşdariya 2000 kesan çalakiyek hat lidarxistin. Çalakî bi beşdariya, Kurd, Elewî û Fransiyan pêk hat û pankarta bi nivîsa "dîsa dîsa aştî" hat vekirin."

Hişyarî ji welat û saziyên Ewropayê re hat dayîn, ku hikûmeta AKP a bi pêşengiya Erdogan hewl dide Kurdistan û Tirkiyeyê veguherînin gola xwînê û divê bên sekinandin.

Di axaftinên li çalakiyê de hat ragihandin ku desthilatdariya AKP'ê êdî riziya ye û ev nexweşî li herêmê belav dibe.

MARSÎLYA

Li bajarê Fransa Marsîlyayê jî, gelek saziyan bi çalakiyekê polîtîkayên qetlîamker ên dewleta Tirk şermezar kirin.

Li ser banga Centre Evolution Lilith, Coordination Nationale Solidarité Kurdistan, Collectif 13 Droits des Femmes, Coordination Marche Mondiale des Femmes, 23 PACA, Ensemble, Europe Écologie les Verts PACA, Forum Femmes Méditerranée, Ligue des Droits de l'Homme 13, MRAP 13, NPA 13, Parti de Gauche 13, PCF 13, Rouge Vifs 13, Solidarité & Liberté, Union Juive Française pour la Paix, UD-CGT 13, Navenda Çanda Elewiyan a Marsîlyayê, Komeleya Elewiyan a Marîgnanê û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Marsîlyayê, saet di 16:30 de bi hezaran kes li Meydana Canebîerê civiyan û ber bi meydana Vîeûx Port ve meşiyan.

Girseya gel di meşê de dirûşmên "Terorîst Tirkiye", "Kujer Erdogan" Piştgirî ji bo Kurdistanê" qîriya û belavok belav kir. Di axaftinên piştî deqeyeke rêgzgirtinê de êrîşên AKP'ê û hat gotin, "Yên edaletê dixwazin wê vî şerî qezenç bikin. Em soz didin hevrêyên xwe yên li Enqereyê, ku em ê vî şerî qezenç bikin. Di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de em ê nîşanî hemû dost û dijminan bidin, ku em ê bi ser bikevin."

...