Qurbaniyên Beslanê tên bîranîn

Qurbaniyên Beslanê tên bîranîn

Ji bo 180 jê zarok 334 kesên di sala 2004'an de li bajarê Beslan ê Bakurê Osetya de, di encama operaysona leşkerên Rûs a li dijî bûyera dîlgirtinê ya li dibistana seretayî de jiyana xwe ji dest dan, merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.

Di merasîma bîranînê ya salvegera 9. de bi hezaran kes amade bûn. Merasîm li hewşa dibistanê destpê kir. 

Beşdarên merasîmê qulîl danîn ber wêneyên xwendekar û mamosteyên wan ên li dîwarê salona sporê ku parçeyek ji kompleksa Bîrdariya Beslanê ye.

Her weha ji bo bîranîna zarokên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan pêlîstok û weke nîşaneya tîbûna 3 rojan a di dema êrîşê de, şûşeyên tijî av, danîn cihê bîranînê.

Merasîma bîranînê wê heta 3'ê Îlonê dewam dike.

Hêjayî gotinê ye, ji 1 heta 3'ê Îlona sala 2004'an milîtanên Çeçen avêtibûn ser dibistaneke seretayî, zarok û hîndekarên li dibistanê dîl girtibûn û di encama destwerdana tund a leşkerên Rûs de 180 jê zarok 334 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.